H’emû nûçeSereke

Paşînyan gotîye wekî Îran û Gurcistan piştgirîyê didine projeya “Xaçerêya aşîtîyê” û  ew yek dikare anegorî tabîya Tirkîyayêbe

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê hemcivînê derheqa fikirên welatên mayînda jî xeberadaye, yên derheqa projeya “Xaçerêya aşîtîyêda”.Ewî gotîye wekî Îran û Gurcistan piştgirîyê didine projeyê û proje dikare tevî tabîyên Tirkîyayê bê yekkirinê.

Derheqa fikira Îranêda serokwezîr gotîye: “Îran ji wan welatên hindike, ya ku piştgirîya zelal dide projeya “Xaçerêya aşîtîyê”. Gurcistan jî piştgirîyê dide”.

Çi ku derheqa Tirkîyayêdane, bi gotina Paşînyan, tabîya Tirkîyayê dikare tevî ya Ermenîstanê bê yekkirinê.

“Projeya “Xaçerêya aşîtîyê” dikare tevî korîdora Navîn bê întêgrasîyakirinê, kîjan têmake sîyasîya Tirkîyayêye dere. Me ew projeya ne ku bi wê fikirê  amade kirîye wekî gerekê tevî projeya korîdora navîn bê întêgrasîyakirinê, lê ew yek bi rîya sade întêgrasîya dibe”,-Paşînyan gotîye. Bi axaftina derheqa tabîya Rûsîyayêda, Paşînyan wa gotîye: “Rêyên tranzît bi kemala xweva him yên êkonomîkîne û him jî yên sîyasîne.Xemgînîya Rûsîyayê dikare hebe.Çûyîn-hatina nava vê herêmêra bona wê dikare tiştê qebûlkirinêbe, heger tehsîra wê li ser serkarîkirinê hebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button