H’emû nûçeSîyasî

 “Xaçerêya aşîtîyê” dikare ji bo ewlehî û aramîyê şert û mercên aborî biafirîne: Paşînyan

Projeya “Xaçerêya aîştîyê” ya ku Ermenîstanê  raber dike, dikare ji bo herêmê bibe bereket û şert û mercên aborî ji bo ewlehî û aramîyê çê bike.

Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wiha gotîye: “Xaçerêya aşîtîyê: di çarçoveya konfêransê de yekîtîya ewlekarî û dkmokrasîyê”.

 “Ev proje dikare ji bo herêma me bibe bereket û şert û mercên aborî ji bo ewlehî û aramîyê çêbike. Her wiha ez wisa difikirim ku eger şert û mercên aborî tunebe ewlehî û aramî çênabe”.

Serokwezîr anî ziman ku di rastîya me de ewlekarî tenê bi artêşê tê fêmkirin. Lê li gorî wî, di şert û mercên ku ewlekarî tenê ji alîyê artêşê ve tê fêmkirin, ev tê wê wateyê ku ewlekarî tune û nabe.

 “Bêguman artêş di dabînkirina ewlehîyê de roleke sereke heye, lê rola artêşê di dabînkirina ewlehîyê de ne ya yekem û ne ya duyem e. Hege ew yekem yan duyemîn be, ev tê vê wateyê ku pergala ewlehîyê bi tevahî têkçûye.Li gorî vê mantîqê, xuya ye ku ev proje di serî de ji bo dabînkirina ewlehîyê û di encamê de ji bo dabînkirina rehetîyê ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button