H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Aropayê wê 30 milyon yûroyê zêde ji Ermenîstanê re veqetîne

Yekîtîya Avropayê dixwaze 30 milyon yûroyên din jî di çarçoveya desteka byûçeyê de ji hukumeta Ermenîstanê re veqetîne da ku barê aborî yê piştgirîkirina ermeniyên Qerebaxê bi wê re parve bike û ji bo pêkanîna reformên li Ermenîstanê tevkariyê bike, balyozê Yekîtîya Avropayê Vasîlîs Maragos di axaftina xwe ya li forumê de gotye.

“Hewldanên hevbeş encam didin ji ber ku pabendbûna siyasî ya hevbeş heye. Yekîtîya Avropaye di gelek waran de piştgirîyê dide  Ermenîstanê û wê berdewam bike: aborî, pergala hiqûqî, têkiliyên herêmî, aştî beşek ji vê ye”,-ewî gotîye.

Ewî destnîşan kir ku di 5 ê  nîsanê, seroka aktîv ya komîsyona avropî, Ursula fon der Layên, di civîna bi serokwezîr û sekrêtarê dewletê Blinkên re plana berxwedan û mezinbûnê  raber kir, ev tenê 270 mîlyon piştgirî ye ji Ermenistanê re di 4 salên din.

 “Em bi qedera ermeniyên Qerebaxê re jî mijûl dibin. Di salekê de me  100 milyon yûro razemenî kiriye û di çarçoveya piştevaniya byûcêyê de biryar hat dayîn ku 30 milyonên din jî li byûcêya hukumetêbê zêdekirin, da ku barê giran li ser milê hukumetê bi we rebê parvekirin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button