Alên Sîmonyan detayên hevdîtina bi seroka meclîsa neteweyî ya Tirkîyayê re eşkere kirîye

Serokên meclîsa neteweyî ya Ermenîstan û Tirkîyayê li Jênêvê pêvajoya aşîtîyê ya li Kafkasyaya Başûr û projeya “Xaçerêya aşîtîyê” nirxandin. Serokê meclîsa netewî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser rûpela xwe ya X ê nivîsîye. Sîmonyan hevdîtina bi berdevkê serokê meclîsa Mezin ya Tirkîyayê Nûman Kûrtûlmûş re ya di çarçoveya 149 emîn meclîsa yekîtîya meclîsan da watedar dibîne.
Serokê meclîsa neteweyî wiha gotîye: “Me gelek mijarên dualî, pêvajoya aşîtîyê ya li Kafkasyaya Başûr û herêmê bi giştî gotûbêj kirîye”.
Sîmonyan di hevdîtina bi Kûrtûlmûş re projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê jî raber kir.Wan li hev kirin ku di pêşerojê de têkilîyên dualî berdewam bikin.
Em bi bîr bînin ku ev yekemîn hevdîtina serokê parlamênta Ermenîstanê û Nûman Kûrtûlmûş e.







