
Wezîrê Tirkîyayêyî binesazîyê û transportê Abdûlkadîr Ûraloglû di hevpeyvîna xwe ya bi Kanal 7 ê re dîsa behsa “Korîdora Zengezûrê” û helwesta Îranê ya di derbarê wê de kirîye.
“Dema ku îdî pêwîstiya Îranê bi Korîdora Laçînê nema, pirsên li ser «Korîdora Zengîzûrê» derketin holê. Tiştekî pûç e ku em bêjin welatê me nebe beşek ji korîdora ji Çînistanê heta Londonê. Li aliyê Ermenîstanê jî hin îhtiraz hebûn”,-ewî gotîye.
“Bila ji herdu welatanva derbaz bibe. Him ji Ermenîstanê him jî ji Îranêra.” Yek 61 kîlometre, ya din jî 43 kîlometr. Ev jî mimkûn e. Bi vî awayî em ê bi Adirbêcanê re bi hev re bikin. Kesek tune ku nexwaze korîdoreke wiha ji welatê wîra derbaz bibe. Bi awayekî fermî nayê pejirandin. Rast e pirsgirêk heye, lê bi her awayî wê çareser bibe. Di demek nêz de wê pirsgirêk çareser bibin”.
Çend roj berê Ûraloglû di hevpeyvîneke din de dîsa behsa helwestên Îran û Ermenîstanê yên derbarê vekirina peywendîyan de kiribû.
“Adirbêcan danûstandinan dike, gelo wê bi rêya Îranê yan Ermenîstanê re derbaz bibe?”. Di mijara Îranê de di destpêkê de gelek pêşketin çêbûn, di alîyê Ermenîstanê de jî pêşketin heye, wê di demeke nêz de dîyar bibe”,-wezîrê Tirkîyayêyî transportê elam kirîye.







