Em ji Adirbaycanê re pêşnîyar dikin ku rojek berê pêvajoya rakirina bloka ragîhandinê dest pê bike: berdevka wezîreta karên der

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê bersiv da daxuyanîya berdevkê wezîrê Adirbêcanêyî karên der ku tê de Ermenîstan bi helwesteke xemsar ya li hember erkên ku di daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê de girtîye ser xwe, sûcdar kir, di çarçoveya rakirina blokên ragîhandinê yên li herêmê de. Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der di hevpeyvîna xwe ya bi “Armênprêss”ê re bersiva daxuyanîya Bekûyê daye.
Pirs –Xanim Badalyan, berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der li ser “Xaçerêya aşîtîyê: forûma “Yekîtîya ewlehî û dêmokrasîyê” ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ve hat nirxandin di derbarê çend xalên daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê de, wan wek berevajîkirina rastîyê bi nav kir û Komara Ermenîstanê bi xemsarîya li hember erkên ku hilgirtîye tawanbar kir. Hûn ê gotinên berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der çawa şîrove bikin?
Bersiv – Divê em li rastîyan binêrin. Sala 2020 î di daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê de tê pêşbînîkirin ku hêzên aşîtîyê yên Rûsîyayê li Qerebaxê hebin, herwiha korîdora Laçînê ya bi firehîya 5 kîlomêtrê di bin kontrola hêzên aşîtîyê yên Rûsîyayê de be, lê ne korîdora Laçînê û ne jî hêzên aşîtîyê yên Rûsîyayê hene.
Sala 2020 î daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê dîyar dike ku kesên ji cîhûwarkirî û penaber di bin çavdêrîya ofîsa komîserîya bilind ya penaberan ya Neteweyên Yekbûyî de vegerin axa Qerebaxê û navçeyên cînar, lê Adirbêcan ragîhand ku axa Qerebaxê tune. Qerebaxa Çîya tune ye ku di rastîyê de tê wateya destvekişandina ji vê erkê li gorî daxuyanîya sê alî. Heta îro tu penaber û kesên ermenî yên ji cîhûwarkirî ne venegerîyane axa Qerebaxê û ne jî li herêmên cînar.
Sala 2020 î daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê pevguhertina dîlên şer, rehîn û kesên din yên girtî tê pêşbînîkirin heta îro ermenî di girtîgehên Adirbêcanê de tên ragirtin. Adirbêcan dibêje ku ew ne dîlên şer in. Heger ew ne dîlên şer bin, wê demê ew rehîn yan jî kesên din yên girtî ne. Gotina daxuyanîya sê alî behsa her kesekî di zindanê de dike, her wiha bi berdewamî behsa kesên winda dike. Komara Ermenîstanê jî vê pirsê radixe pêş çavan, ji ber ku di encama du şeran de nêzîkî hezar kesên ermenî winda ne û em amade ne ku di vê mijarê de jî hevkarîyê bikin.
Di xala 9 emîn ya daxuyanîya sê alî de, tê pêşbînîkirin ku Komara Ermenîstanê di xaka xwe de derbasbûna mal, wesayît û mirovan organîze bike û ewlehîya wan garantî bike. Di daxuyanîyê de ev bi awayek pir hêsan hatîye nivîsandin. Eşkere ye ku divê Komara Ermenîstanê di çarçoveya hiqûq û serwêrîya xwe de vê yekê bike. Di derbarê laşên servîsa cerdevanîya sînor ya Fêdêrasîyona Rûsyayê de, hebûna wan ya laşî di xala 9 a ya daxuyanîya sêalî de nehatîye peyda kirin.
Projeya “Xaçerêyên aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê jî bi awayekî rast nexşeya rê ya ji bo cîbicîkirina erkên ku Komara Ermenîstanê girtîye ser xwe, ku di çarçeweya wê de me pêşnîyarên ji alîyê Adirbêcanê re şandine, tîne ziman. Ji ber ku me eleqedar e ku hemû binesazîyên veguhestin û aborî yên herêmê ku di rastîyê de bi danezana sê alî tê plankirin bê bloke kirin, ji Adirbêcanê re pêşnîyar kirîye û em pêşnîyar dikin ku rojek berê proseya rakirina blokan dest pê bike.







