
Cîgirê serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî 14 ê cotmehê li bajarê Silêmanîyê beşdarî kernevala serxistina lîsteya PDK ê ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bûye.
Cîgirê Serokê PDK ê Nêçîrvan Barzanî di gotarekê de gotîye: “Ez gelek kêfxweş im ku li Silêmanîyê bi we re dicivim, her cara ku ez têm Silêmaniyê, ne tenê bîranînên xizm û welatîyên xwe, pêwendîyên dêrîn yên PDK û barzanîya nemir jî bi bîr tînim. “Têkilîya me bi Silêmanîyê re têkilîyeke têkoşîn û hevkarîyê ye. Pêwendîyên me bi Silêmanîyê re, pêwendîyên xebat û hevkarîyê ne”.
Herwiha gotîye: “Ev têkilî di serdema Şêx Mehmûd û Şêx Ehmed Barzanî de çêbûye, salên 30 î de Barzanî û hevalên wî ji alîyê paşatîyê ve bo bajarê ezîz Silêmanî hatin sirgûnîkirin, lê Silêmanî bû penageha Barzanî û hevalên wî”.
Cîgirê serokê PDK ê gotîye: “Mezinên Silêmanîyê, xelkê zehmetkêşên vî bajarî ne, hembêza xwe ya Kurdistanî ji barzanîyan re vekirin, xortên rêzdar yên Silêmanîyê canê xwe kirin mertal bo parastin û rizgarkirina Barzanî. Mala Barzanî heta niha jî li taxa Melkendî ya Silêmanîyê maye”.
Herwiha tekez kirîye, Barzanî ji ber hezkirina Silêmanîyê, bi Silêmanîyê re peywendîyên xizmtî û malbatî ava kirîye. Piştî ku ew di sala 1958 a de ji Yekîtîya Sovyêtê vegerîya, bi lez hat Silêmanîyê û li mala Şêx Letîf Hefîd ma, ji bo xwe bigihîne xelkê Silêmanîyê û têkilîya xwe ya xweşewîstîyê bi wan re nû bike.
Nêçîrvan Barzanî gotîye, PDK û Barzanî dîrokeke wan ya taybet bi Silêmanîyê re heye, ji ber wê jî tö alîyek nikare têkilîya xwe bi Silêmanîyê re qut bike, xelkê Silêmanîyê û der-dora wê welatparêz, kurdperwer û azadîxwaz in û li dijî hökömeta Bexdayê alîkarîya Barzanîyan kir.
Herwiha gotîye: “Hûn dilsoz û berxwedêr in, we her tim ji bo partîbûna xwe bedelên mezin dane, gelek zextên derûnî kişandine, hûn ji hemû îmtîyaz û xêra vê herêmê bêpar mane, niha jî hûn nimûneya van têklîyên dîrokî ne”.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, armanca PDK ê hertim ew e ku li Herêma Kurdistanê hökömet û desthilateke niştimanî hebe û bê cudahî xizmeta hemû deverên Kurdistanê bike.
“Xelkê vê deverê gelek bedel dane alîyên sîyasî, lewra PDK hewl dide îdî xelk nebe armanca nakokîyan û qurbanîyên alîyên sîyasî, gelê me hêjayî baştirîn jîyan û aramî û xweşguzarîyê ne”.







