H’emû nûçeSereke

Parlamênta Avropayê dikare girêdayî pirsa civîna COP 29 ra, ya ku wê li Adirbêcanê pêk bê, gotûbêjkirina pêk bîne:Lûazo

Parlamêntvana Avropayê Natalî Lûazoyê gotîye,wekî bi înîsîyatîva wê  parlamênta Avropayê dikare girêdayî pirsa civîna COP 29 ra, ya ku wê li Adirbêcanê pêk bê, gotûbêjkirina pêk bîne.

“Parastina topa dinîyayê tiştekî girînge, lê derbazkirina civîna li Bekûyê pirsên başqe pêşda tîne”,-Lûazoyê gotîye.

Ewê bîr anîye wekî êkonomîka Adirbêcanê deranîna neftê û gazêva girêdayîye û li wî welatî jî mafên mêriv tên pêpeskirinê.Bi gotina Lûazoyê, Bekû usa jî dijî Fransîyayê gavên dijminatîyê diavêje.

“Serbara serda jî Bekûyê hê tevî Ermenîstanê peymana aşîtîyê mor nekirîye û bona paqijkirinên  ermenîyaye êtnîkî, sed hezar merivî, gunehkare”,- parlamêntvanê gotîye.

Kongrêsmênê amêrîkî Frênk Paloûn jî xemgînîya xwe daye dîyarkirinê, wekî desthilatdarîya Adirbêcanê bona kirinên xwe cabdarî nekişandîye.

“Gerekê îzinê nedin ku ew civîna COP 29 bona dasekinandina hurmeta xwe bidine xebatê”,- Paloûn gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button