H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan wê beşdarî hevdîtina sêemîn ya platforma  “3+3”, ya şêwirdarîyê bibe: berdevkê wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê beşdarî hevdîtina sêemîn ya platforma “3+3”, ya şêwirdarîyê bibe.

Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê gotîye “Armênprêss” ê û daye dîyarkirinê, wekî hevdîtina sêemîn, ya platforma “3+3″ ya şêwirdarîyê wê 18 ê cotmehê li Stembolê pêk bê.

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov pêşda dabû dîyarkirinê,wekî ewê beşdarî hevdîtinêbe.Alîyê Îranê jî elam kiribû,wekî wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî wê beşdarî hevdîtina li Stembolê bibe.

Civîna platformêye ewlin, kanûna sala 2021 ê pêk hatîye.Wî çaxî cîgirên wezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê, Rûsîyayê, Îranê û Tirkîyayêye karên der beşdarî hevdîtinê bûne.Gurcistan beşdarî hevdîtinê nebûye. Civîna duemîn cotmeha sala 2023 a li Tehranê  pêk hatîye, beşdarî kîjanê bûne wezîrên karên der. Gurcistan beşdarî civîna duemîn jî nebûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button