Arxêologan dêra herî kevin ya Ermenîstanê keşf kirin: zanîngeha Myûnstêrê ya Almanîyayê

Arxêologên akadêmîya zanistî ya Ermenîstanê û zanîngeha alman ya Myûnstêrê bermahîyên dêra destpêkê ya xirîstîyanan, ku berê nedihat zanîn, li bajarê kevinar Artaşatê keşf kirin.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, ev yek ji alîyê radyoya giştî ya Ermenîstanê ve, ji zarê gotara bi sernavê “Kêşbûna hevbeş ya tîma ermenî-alman li bajarê kevinar Artaşat” ku ji alîyê pêncemîn zanîngeha herî mezin ya Almanyayê ve hatîye weşandin, ragîhand.
Ya ku hat dîtin avahîyek heştgoşe ye ku baskên wê yên wek xaçê belav bûne: agahdarî bi wêne û matêryalên taybetî ji hêla zanîngeha almanî ya bi prêstîj ya Muyûnstêr ve, ku yek ji navendên pêşeng yên gêoînformatîk û têknolojîyên erdnîgarî ye, têne piştrast kirin. Pisporên vê zanîngehê bi arxêologên ermenî re niha li herêma Araratê ya li nêzîkî Xor Vîrapê kolandinan dikin.
Gotara bi sernavê “Keşfa hevpar ya tîma ermenî-alman li bajarê kevinar Artaksata” ji profesor Axîm Lîytênbêrgêrê ji zanîngeha Myûnstêrê ye.
Ekîbeke ku li ser projeya arxêolojîk ya ermenî-alman “Artaksata” dixebitî, perçeyên dêrê yên ferdî keşf kirin û kolandin û bi rêbazên gêofîzîkî li dêrê lêkolîn kirin. Avahîya ku ji sedsala 4 a vedigere, li gorî belgeyên arxêolojîk yên welêt, dêra herî kevin e û şahîdîya xiristîyaniya pêşîn ya Ermenîstanê ye”.
Di gotara zanîngehê de behsa profêsor Mikrtîç Zardaryanê akadêmîya zanistî ya neteweyî ya Ermenîstanê jî tê kirin.
Heya niha, dêrên heyştgoşe li vir nedihatin zanîn, lê em wan baş ji rojhilatê herêma Deryaya Navîn nas dikin, ku ew ji sedsala 4 a derketine”.
Avahiyên dêrê yên ku di kolandinên li Geliyê Araratê de hatine dîtin, ji hêla tîpolojîkî ve bi kompleksên xiristiyaniya pêşîn re têkildar e. Di avahiya xaçerê de, lêkolîneran bermahiyên platformên darîn jî dîtin. Ew ji nîvê sedsala 4 an in. Dirêjahiya avahiya heştgoşeyî bi qasî 30 metre ye, zemîna wê ya sade û terakota hebû. Û vedîtinên mermerî nîşan didin ku avahî bi vê materyalê ku ji Deryaya Navîn hatîye xemilandin.
Tîma alman-ermenî ji meha îlonê û vir ve bi projeya “Artaksata” li Ermenîstanê ye. Zanîngeha Myûnstêrê ku arxeologên wê di nav vê projeyê de cih digirin, da zanîn ku kom dê kolandinê bidomîne û hêvî dike ku lêgerînên nû belge bikin û her weha bibînin ku ev dêr ji kê re hatiye veqetandin.







