Pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê dikarin bi cûrê qewîn pêşda herin:Armên Grîgoryan

Wextê seredana xebatêye li Komara Çêxîyayê, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan 15 ê cotmehê li Prahayê beşdarî konfêransa “Forûm 2000” ê bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî wextê konfêransê sêkrêtarê şêwira ewlehîyê derheqa pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda xeberdaye, derheqa rojeva hevkarîyêye nûda daye dîyarkirinê, usa jî derheqa girîngîya dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda, ya dora azakirina vîzayêda, xeberdaye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî pêwandîyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê, yên ku roja îroyîn berfireh bûne, tu cara ewqasî qewîn nîbûne û ew dikarin bi cûrê qewîn pêşda herin.
Sêkrêtarê ewlehîyê usa jî daye dîyarkirinê,wekî pêwandîyên dualî li ser dêmokrasîyê hatine hîmdanînê.Nava vê hemtêkstêda Armên Grîgoryan şuxulkarîya mîsîya Avropayê girîng hesab kirîye.
Beşa konfêransêye duemînda, Armên Grîgoryan bersiva pirsa daye.







