
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li navçeya Mêrgesorê kevirê bingehîn yê 21 projeyên xizmetgûzarîyê danî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotarekê de gotîye: “Ev piroje dê xizmetgûzarî û asankarîyên baş raberî welatîyên gund û bajarokên deverê bikin û bernameya hukumetê ne tenê giringîpêdana bi navendên bajar û parêzgehên mezin e, lê belê gîhandina kar û projeyên xizmetgûzarîyan bo hemû gund û bajarokan e, da ku hemû welatîyên Kurdistanê sûdê ji xizmetên giştî werbigirin”.
Herwiha gotîye: “Armanceke din ya hukumetê, başkirina aborîyê û peydakirina derfetên kar ji bo niştecîhên gundan e, bi rêya projeyên biçûk û navîn yên wek avakirina kargehên pêwîst li van deveran.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotîye: “Devera Barzan, herêmeke stratêjîk e û di 120 salên borî de navenda sereke ya şoreş û serhildanên Kurdistanê bûye. Ev dever pêşengîya tevgera azadîya gelê Kurdistanê kirîye û gelek destkeftîyên gelê Kurdistanê bi dest xistine, ji ber wê yekê jî dijminên Kurdistanê hertim dijberîya Barzan û xelkê devera Bazranê kirine, ji ber ku xelkê vê deverê tu carî serê xwe li hember dijmin netewandîye. Di encama şer û pevçûyînan de çend cara gundên vê deverê hatine şewitandin û wêrankirin, lê xelkê vê deverê her tim vegerîyane warên xwe û ji her demê zêdetir dever ji nû ve ava kirine. Hêvîdar im ku dijmin tu carî nikaribin vê deverê û tu cihekî Kurdistanê dagir bikin”.
Herwiha gotîye: “Yên ku xewina tunekirina Barzan yan jî şoreşa Kurdistanê didîtin, niha di gorê de ne, ji ber wê jî bi piştevanîya xwedê, Kurdistan û devera Barzan herdem serbilind û parastî ne. Ji bo avedankirina hemû gundên Kurdistanê jî, emê bernameyên xwe berdewam bikin”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kirîye: “Îro salvegera xiyaneta 16 ê cotmehê ye ku di rojeke wek îro de xîyaneteke mezin li gelê Kurdistanê bi taybet li bajarê Kerkûkê ku dilê Kurdistanê ye hat kirin. Bi saya Xwedê û piştgirîya miletê me, plana dijber û dijminên ku dixwestin tevahîya Kurdistanê dagir bikin, bi ser neket. Pêşmergeyên qehreman parastina Kurdistanê kirin û nehiştin ku planên wan biser bikevin. Ya girîng ew e ku gelê me vê îxaneta mezin ji bîr neke û divê bi îrade û biryara xwe sînorekê ji xayînan re deyne, da ku xiyanet berdewam nebe”.







