H’emû nûçeSereke
Serokê ştaba Ermenîstanêye hêzên sîlihkirî li Dewletên Yekbûyî beşdarî gotûbêjkirinên derheqa bernamên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye parastinê bûye

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê, serokê ştaba sereke, gênêral-lêytênant Êdvard Asryan nava dorana seredana li Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî beşdarî cêrge hevdîtina bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine û dane dîyarkirinê wekî Êdvard Asryan rastî serokê ajansa hevkarîya pirsên ewlehîya parastinê Maykl Mîlêr, fermandarê fermandarîya piştgirîya ewlehîya artêşa amêrîkî, gênêral Alên Pêpêr û cîgira pirsên ewlehîya navneteweyî Trêsa Gûênovê hatîye.
Wextê hevdîtina cêrge pirsên derheqa hevkarîya dualî, bernamên pêşerojê û ewlehîya herêmîda hatine gotûbêjkirinê.







