Yekîtîya Avropayê dikare bêyî gaza rûsî bijî: wekîla Avropayêye pirsên ênêrgêtîkayê

Wekîla Avropayêye pirsên ênêrgêtîkayê Kadrî Sîmonsê elam kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê dikare piştî serhevdahatina peymana gaza rûsî rêyeke başqe bo wê bibîne.Derbarê wê yekêda wekîla Avropayê wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Min gotîye wezîra, wekî em amadene dewsa gaza Rûsîyayê rêyên başqe bibînin”,-ewê gotîye.
“Yekîtîya Avropayê dikare bêyî gaza rûsî bijî.Ez dixwezim zelal bêjim wekî stendina gazêye ji Rûsîyayê pêwîstî nîne, lê bijartina sîyasîye, kîjan ya bi qezîyaye”,- ewê serda zêde kirîye.
Nenihêrî wê yekê, wekî Rûsîya dijî Ûkraînayê şer dike, gaza ji Rûsîyayê nava Ûkraînayêra diçe Avropayê û ew yek li gorî peymana pênc sal pêşda îmzekirî tê mîyaserkirinê. Zemanê peymanê kanûna sala 2024 a ser hevda tê. Meha tîrmehê rojnama almanîye êkonomîkî Handelsblatt ê nivîsîbû, wekî çend welatên avropî dixwezin ku gaza rûsî nava Ûkraînayêra dîsa derbazî Avropayêbe, lê 30 ê tebaxê şêwirmendê serokê Ûkraînayê Mîxayîl Podolyak elam kir, wekî meremê Kîêvê ewe ku ji 1 ê çileya sala 2025 a da derbazbûna gaza Rûsîyayêye nava Ûkraînayêra, ya berbi Avropayê, bidine sekinandinê.







