SerekeSîyasî

Êrdogan û Mîrzoyan wê li Stembolê nava dorana civîna wezîrên karên der, ya platforma “3+3” rastî hevdu bên

Me çawa da dîyarkirinê, îro hevdîtina wezîrên welatên karên der, ya  platforma “3+3” pêk tê, beşdarî kîjanê dibin wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov û wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî.Derbarê wê yekêda TRT Haber ê nivîsîye.

Hatîye dîyarkirinê,wekî wextê hevdîtinê, wê gavên bona îzbatbûna qewînbûnê bêne gotûbêjkirinê.Usa jî bernamên hevkarîyêye konkrêt, yên bona qewînkirina pêwandîyên herêmî bêne gotûbêjkirinê.Fikir dora bûyarên herêmî û navneteweyî wê bêne pevguhartinê.

Wezîrê Tirkîyayêyî karên der wê derheqa hewildanên Enqerêye bo aşîtî û qewînbûna li Kafkasîya Başûr biaxive.Hîvîyne wekî Fîdanê elamke ku Enqere piştgirîyê dide hevraxeberdanên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda û wekî pêvajoya normalkirina pêwandîya usa jî di navbera Tirkîyayê û Ermenîstanêda destpê bûye.

Xêncî wê yekê ewê usa jî derheqa girîngîya goveka êkonomîkîda xeberde.

Li gorî wê kanîya tirkîye înformasîyon, serokê Tirkîyayê  Receb Tayîb Êrdogan wê nava dorana  hevdîtinêda wezîra qebûlke, lê Hakan Fîdan jî wê beşdarî hevdîtinên dualîbe.Dawîyê wê dêklarasîya tevayî bê qebûlkirinê.

Em bîr bînin,wekî hevdîtina bi vê formatêye dawî, sala 2023 a li Tehranê pêk hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button