H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê beşdarî pêşangeha navneteweyî ya “𝐒𝐢𝐿𝐥𝟐𝟎𝟐𝟒” ya li Fransîyayê bibe û berhemên 23  hevaltîyên ermenî  raber bike

19-23 ê cotmehê  Komara Ermenîstanê wê beşdarî pêşangeha navdewletî ya xurek û vexwarinê  ya “𝐒𝐢𝐿𝐥 𝟐𝟎𝟐𝟒” ya li paytexta Fransîyayê bibe û berhemên 23  e hevaltîyên ermenî  raber bike.

Li gorî rapora “Armênprêss” ê, wezîreta aborî ya Komara Ermenîstanê da zanîn ku Sial yek ji mezintirîn pêşangehên pîşesazîya xwarinê li Avropayê ye. Ew her du salan carekê li Parîsê tê li dar xistin û kirîyarên pêşeng yên cîhanê li yek cîhek  raber dike.Li pêşangeha Sial her sal weke 250 000 mêvanan  hene.

Di pêşangeha navneteweyî ya “Sial Paris 2024” de îsal 7 500  hevaltî ji Avropayê, Rojhilata Navîn, Afrîkayê û Asyayê beşdar in.

11 pargîdanîyên biçûk û navîn yên sêktora agrobîznêsê jî wê di çarçoveya projeya “Li Ermenîstanê avakirina zincîreyên domdar yên cil û berg û çandinîyê” ku ji hêla navenda bazirganîya navneteweyî ve tê meşandin û ji hêla fînanse ve tê fînansekirin , bi pavîlyoneke hevpar beşdarî pêşangehê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button