Ermenîstan wedê qaylnivîsara tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya derheqa dijîderketina hindava belavkirina sîlihê tunekirina bi massayî, dide dirêjkirinê

Komîsîya parlamênta Ermenîstanê, ya pirsên ewlehîya parastinê begemîya xwe daye birîyara derheqa dirêjkirina wedê qaylnivîsara tevî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya derheqa dijîderketina hindava belavkirina sîlihê tunekirina bi massayî.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, projeya anegor cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arman Sargsyan raber kirîye.
Ewî bîr anîye,wekî tîrmeha sala 2000 ê li Waşîngtonê di navbera hukumata Ermenîstanê û hukumata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda qaylnivîsara derheqa dijîderketina sîlihê tunekirinê bi massayî, belavnekirina têknolocîya, matêryala, zanebûna û cêribandinê, cîguhastina wan hatîye îmzekirinê.
Bi gotina wî, qaylnivîsar bi wedê 7 sala tê morkirinê û eva îdî du carin ku ew qayîlnivîsar hatîye dirêjkirinê.
“Cara dawî 2 ê gulana sala îsalin li Yêrêvanê ew qaylnivîsar hatîye dirêjkirinê û gerekê hetanî mijdara sala 2030 î berdewambe”,- Sargsyan gotîye.
Endamên komîsîyayê dengê xwe dane îzbatkirina qaylnivîsarê.







