H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê semînerek bi mijara “Pêşniyara Rosatomê ya li ser avakirina stansîya atomî li Ermenîstanê” tê lidarxistin

17 ê cotmehê, sêmînara “Pêşnîyara Rosatomê ya li ser avakirina stantsîya atomî li Ermenîstanê û tevlêkirina stansîya herêmî di projeyê de” li Yêrêvanê dest pê kir.

Di sêmînarê de wê mijarên wek ezmûna xebatê ya “Sêrvîsa Rosatom” li Ermenîstan û cîhanê, tevlêkirina stantansîya atomî di pergala ênêrjîyê ya Ermenistanê de, têknolojîyên rûsî yên stantansîya atomî yên bi kapasîteya mezin û rêaktorên modûlar yên piçûk bên nîqaşkirin.

Di semînerê de, nûnerên “Rosatom” ê wê li ser îmkanên tevlêbûna pîşesazîya herêmî û bandorên civakî-aborî yên avakirina stantnsîya atomî ya “Rosatom” biaxivin.

Wek ku hat zanîn di nîvê meha îlonê de, “Rosatom” dest bi lêkolîna dêpoya bermahîyên radyoaktîv û stansîya atomî ya Ermenîstanê kir. Hat ragîhandin ku di çarçoveya dirêjkirina dema xebatê ya yekîneya ênêrjîyê ya hejmar 2 ya qereqolê de xebat tên kirin.

“Rosatom Service” ê dest bi lêkolîna stansîya atomî ya Ermenîstanê kir. Yekem tişt di çarçoveya projeyê de dêpokirina bermahîyên çalak yên qels yên zexm bû, ku li ser platforma qereqolê ye. Bermahîyên radyoaktîv yên hişk li dêpoya ku ji xebata santnsîya atomî ya di sala 1980 yî de hatî çêkirin de têne hilanîn.

Stansîya atomî ya Ermenîstanê  40 selefê hilberîna êlêktrîkê ya li Ermenîstanê dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button