H’emû nûçeSereke

Cihêrengkirina çavkanîyan li şûna garantîyên nepêkandî: li Nyû Yorkê mijarên ewlekarîya Ermenîstanê hatin gotûbêjkirin

Çend roj berê li Nyû Yorkê nîqaşa bi sernavê “Balansa nû ya Ermenîstanê” pêk hat. Zêdeyî sed pisporên mijarên herêmê, sîyasetmedar û vekoler beşdarî wê bûn.

Di hevdîtina 3 sehetan de mijarên ewlekarîya Ermenîstanê di şert û mercên nû yên sîyasî yên derve de hatin nîqaşkirin. Her wiha bandora îhtîmala hilbijartinên serokatîya Amêrîkayê li ser aramîya cîhanî û rewşa Başûrê Kafkasyayê jî hate nirxandin.

“Balansa nû ya Ermenîstanê” ji alîyê “Bijî Ermenîstan” li Nyû Yorkê hat organîzekirin. Di nîqaşa li ser mijara “Rûsîya, Rojava û pêşeroja Kafkasyaya Başûr” de li ser başkirina ewlekarî û parastina Ermenîstanê hat axaftin.

Di konfêransa ku bi beşdarîya sênator, sefîr û pisporên Amêrîkayê hat lidarxistin bal hat kişandin ser pêwîstîya xurtkirina têkilîyên Amerîkayê û Ermenîstanê. Pisporên “Bijî Ermenîstan” di axaftina bi “Radyolûr” ê  hûrgilî li ser mijarên ku hatine rojevê û pêşnîyarên çareserîyê vegotin.

Cîhêrengkirina çavkanîyên ewlehîyê ji bo birêvebirina xetereyan di cîhanek guherbar de girîng e. Ev têz ji bo nîqaşa li Nyû Yorkê navendî bû. Pisporê leşkerî yê “Bijî Ermenîstan” Lêonîd Nêrsîsyan ji Nyû Yorkê bi hûrgilî raberî “Radîolûr” ê dike.

“Bihêlin ez mînakek pir girîng raber bikim: garantîyên ku Ermenîstanê dabûn ji alîyê Rûsîyayê ve nehatin bicihanîn û welat ketibû rewşeke pir dijwar. Di vê gavê de pir girîng e ku Ermenîstan bikaribe sîyaseta xwe ya ewlekarî û derve pirreng bike, da ku yek lîstikvanek ku paşeroja Ermenîstanê pê ve girêdayî nebe”.

Hema bêje hemû beşdarên konfêransa Nyû Yorkê jî hevbîr in ku garantîyên ku bi salan e di cîh de ne, îro lawaz in û heta mxanîzmayên têkilîyên çêker yên bi hêzên sûpêr re jî naxebitin.

“Dibe ku alîgirên me hebin, lê tu kes ji bo me şer nake”.

Li Nyû Yorkê  hevkarîya leşkerî ya Ermenîstanê ya bi Hindistanê û Fransîyayê re hat axaftin. Lê Lêonîd Nêrsîsyan, dide zanîn ku xurtkirina peywendîyên Ermenîstan û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî girîngtir bû.

 “Berî her tiştî em behsa pêşxistina projeyên aborî yên bi Dewletên Amêrîkayê re dikin. Em hemû dizanin ku wek mînak li ser îstasyoneke nû ya gazê mûzakere hene, di warê bernameyên perwerdehîyê de jî di warê leşkerî de aktîvkirin heye, ev yek pir girîng e. Me heta niha nebihîstîye ku li ser çek û cebilxaneyan rast axaftinek tê kirin. Bi dîtina min geşedanên di vî warî de bi Dewletên Yekbûyîra wê li gorî welatên din yên Avropayê hêdîtir bibin, lê em dibînin ku dînamîkeke erênî heye”.

Li gel hilbijartinên serokatîyê yên ku di 5 ê mijdarê  li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê (DYA) tê payîn, hilbijartinên pêş yên Gurcistanê jî girîng bûn. Heger Harîs bi ser bikeve, wê ti guhertinek sîyasetê çênebe. Têkilîyên Ermenîstan û Amêrîkayê wê hêdî-hêdî pêş bikevin. Pisporê leşkerî dibêje, di rewşa serketina Tramp de wêne wê cuda be.

“Bêtir nêrîn hene ku dibe ku ji bo Ermenîstanê dijwartir be. Mînak sîyaseta Tramp ya li himber Îranê dikare ji ya dêmokratan pir dijwartir be”.

Li gorî pisporê leşkerî,  konfêransa Nyû Yorkê de di derbarê potênsîyala dîyasporayê de jî îşaretên girîng hatin dayîn. Wek mînak ji bo pêşxistina potênsîyala leşkerî ya Ermenîstanê dikare kêrhatî be.

“Ev platform ji bo ragîhandina civaka ermenî ne tenê li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, li tevahîya cîhanê girîng bû. Rola civaka ermenîyan di warê pêşxistina potênsîyala leşkerî ya Ermenîstanê de, weke mînak, di warê hilberîna çek û cebilxaneyên herêmî de dikare gelek avaker be”.

Li gorî pisporê  “Bijî Ermenîstan” Davît Antonyan, beşdarên forûmê hemfikir in ku danûstandinên di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de wê biserkevin, tenê eger Waşîngton bi pêkanîna zextan daxwazên Bekûyê asteng bike.

Gotin divê Amêrîkayê bixebite û zextê li Adirbêcanê bike da ku aşîtîyê pêk bîne”.

։

Mijara têkilîyên Ermenîstan-Tirkîyayê jî ji holê ranebûye. Divê sînor bê vekirin bê ka wê peymana aşîtîyê bê îmzekirin yan na. Ev jî nêzîkatîya beşa sereke ya beşdaran e.

“Eger Amêrîka di mijara çekan de yan jî di mijareke din de bi Tirkîyayê re di nava têkilîyan de be, divê mijara vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê pêş de bibe? Divê Tirkîya bipejirîne, Amêrîkayê ya nû tiştê ku Enqere dixwaze bike”.

Pispor ne tenê rojeva konfêransê, di heman demê de navnîşa beşdarên wê jî balkêş dibîne. Nêzîkî 350 nûnerên Ermenîstan û Amêrîkayê  balyoz, sênator û pispor  beşdarî gotûbêjan bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button