SerekeSîyasî

Konfêransa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî wê dîsa li “welatê pêtrolê” yê otorîtar bê lidarxistin: Financial Times

Financial Times dinivîse, meha bê, bo sala sêyem li ser hev, konfêransa avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP29 wê li welatekî otorîter, Adirbêcanê, ku xwedan nîşanên gumanbar yên parastina mafên mirovan e, bê lidarxistin. Financial Times di êdîtorîya xwe de nivîsand, Adirbêcan duyemîn welatê madenê ye ku mazûvanîya konfêransa Neteweyên Yekbûyî dike.

“Girîng e ku hem welatên pêşkeftî û hem jî welatên hilberînerên sotemeniya fosîl, ku beşek ji çareseriyên gerdûnî yên ji bo guherîna avhewa ne, karibin berpirsiyariya COP bigirin ser milê xwe. Li Adirbêcanê, di sala 2003 de, otokrat Îlham Elîyêv serokatîya welêt ji bavê xwe mîras girt. Piştî Misir û Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Adirbêcan jî hêvî dike ku bi mazûvanîya navberê ya COP, ew ê bikaribe navûdengek “pozîtîfek derewîn” bi dest bixe”, di êdîtorîya kovarê de tê gotin.

Financial Times bi bîr dixe ku tenê 14 meh berîya COP ya îsal, Adirbêcanê biryar da ku pirsgirêka sî salî ya bi Ermenîstana cînar re bi zorê çareser bike. Adirbêcanê tenê piştî ku Ermenîstanê di berdêla berdana 32 dîlên şer yên ermenî de vêtoya xwe rakir, ji Adirbêcanê re fersenda mazûvanîya rûniştina COP29 hate dayîn. “Ji alîyê têorîk ve mimkûn e ku îmkana dayîna welatên wek Adirbêcanê ji bo mazûvanîya bûyerên girîng yên cîhanî, wan di navenda balê de bihêle û wan neçar bike ku xwe bêtir erênî nîşan bidin. Lê belê Elîyêv ku di sibata îsal de bi hilbijartinên sexte bû cara 5 emîn bû serokkomar, matmayî dimîne”,-rojnamê nivîsîye.

Komên mafên mirovan banga zextê li Bekûyê dikin da ku dawî li çewisandina xwe ya hovane ya li ser rexnegir, mêdya û civaka sîvîl bîne. Parêzvanên mafên mirovan li welat piştrast dikin ku li Adirbêcanê nêzîkî 300 girtîyên sîyasî hene. Li gor rojnameya Financial Times “Adirbêcana ku soza “COP ya aşîtîyê” daye, divê berîya konfêransê bi Ermenîstanê re peymana aşîtîyê îmze bike”.

 “Hukumetên navneteweyî û beşdarên forûmê divê derfetê bikar bînin û welatê mêvandar neçar bikin ku nîşaneyên xwe yên dêmokratîk biguherînin. Divê ew û sazîyên Neteweyên Yekbûyî di konfêransê de mafên mirovan biparêzin. Rêformên lezgîn jî hewce ne, ku dê rêgezên ji bo mazûvanîya konferansa COP hişktir bike û berpirsîyarîyên welatên mêvandar zêde bike”,- gotara Financial Times ê daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button