H’emû nûçeSereke

Alîkarê taybet yê serokê Amêrîkayê nameya Co Baydên radestî Nîkol Paşînyan kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, alîkarê taybet yê serokê Amêrîkayê, midûrê giştî yê konseya ewlekarîya neteweyî ya kar û barên Avropayê Maykl Karpêntêr û  şêwirmendê bilind li ser mûzakereyên Kafkasîyayê Lûîs Bono qebûl kirîye.

Li gor ku ji “Armênprêss” ê ji ofîsa serokwezîrîyê hat ragihandin, Maykl Karpêntêr ewil nameya serokê Amêrîkayê Co Baydên gihandîye serokwezîr Paşînyan. Di hevdîtinê de mijarên têkildarî peymana aşîtîyê ya Ermenistan û Adirbêcanê hatin nîqaşkirin.

Li gorî çavkanîyê serokwezîr Paşînyan amadebûna Ermenîstanê ji bo îmzekirina peymana aşîtîyê li gorî xalên ku berê li hev kirine û berdewamkirina gotûbêjan dupat kir. Nîkol Paşînyan anî ziman ku di wê bawerîyê de ye ku îmzekirina agirêbestê wê pêbawerîya dualî pêş bixe û wê hêzeke erênî bide gotûbêj û lihevkirina li ser mijarên din.

“Maykl Kampêtêr tekez kir ku Amêrîka pêşwazîyê li armanc û pêngavên Ermenîstanê yên ji bo pêşxistina aşîtî û aramîyê dike, tekezî li ser proseya xêzkirina sînoran û îmzekirina rêziknameyê dike û tekezî li ser amadebûna Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê ji bo beşdarkirina aşîtî û aramîyê li herêmê dike”.

Hate destnîşankirin ku li ser îmkanên rakirina blokên kanalên ragîhandinê yên herêmî nêrîn hatin guherandin. Maykl Karpêntêr tekezî li ser piştevanîya Amêrîkayê bo serwêrî û yekparçebûna axa Ermenîstanê kir.

Di hevdîtinê de behsa rojeva dualî ya hevkarîya Ermenîstan-Amêrîkayê û mijarên din yên ku ji bo hevdu eleqedar in hatin kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button