“Pêşbirka klasîk ya Eurovisionê ya ji bo muzîsyenên ciwan” wê sala 2026 a de li Ermenîstanê bê lidarxistin

Yekîtîya weşanên Avropayê û têlêvîzîyona giştî ya Ermenîstanê agahdar dikin ku sala 2026 a de pêşbirka ” Eurovisionê ya ji bo muzîsyenên ciwan” li Ermenîstanê bê lidarxistin.
Li gorî “Armênprêss”ê, pêşbirka mûzîka klasîk ji bo ciwanên 12 a heta 21 salî ye.
Rêveberê têlêvîzyona giştî Hovhannês Movsîsyan dibêje: “Ji bo me rûmetek mezin e ku em vê formata Eurovisionê – “Pêşbirka stirana klasîk ya Eurovisionê ji bo mûzîkjênên ciwan” li Ermenîstanê bikin. Şîrketa têlêvîzyonê ya giştî û yekîtîya weşanên Avropayê wê ji bo sala 2026 a Ermenîstanê bikin navenda mûzîka klasîk, hewl bidin. Em ê bi kêfxweşî pêşwazîya mûzîkjênên ciwan yên jêhatî li welatê xwe bikin”.
Narek Kazazyan sala 2012 a de cara ewil di vê pêşbirkê de nûnertiya Ermenistanê kiribû. Me beşdarî 12 sal şûnda, di sala 2024 a de bûye. Ermenîstan ji aliyê oboîst Hayk Hêkêkyan ve hat temsîlkirin.Pêşbirka klasîk ya Eurovisionê ya ji bo muzîsyenên ciwan ji sala 1982 a ve her du salan carekê tê lidarxistin.Sala 2026 a dwe Ermenistan bibe welatê mazûvaniya pêşbirkê.







