H’emû nûçeSereke

Tiştekî îronîk e ku COP29 wê li Adirbêcanê bê lidarxistin, ku dahata wê ya sereke ji neft û gazê tê:CODA

Civîna bilind ya COP29 li nêzîk e û vê carê wê li Adirbêcanê, li Başûrê Kafkasyayê bê lidarxistin. Tê payîn ku di meha bê de nêzîkî 50 hezar kes ji bo beşdarî çalakîyê bibin werin paytext Bekyê. CODA dinivîse ku ji  95 selefê dahata îxracata Adirbêcanê ji neft û gazê tê, dibe ku ev wek henekek xuya bike.

Xuya ye ku hukumeta Adirbêcanê bi biryar e ku îmaja xwe ya navneteweyî berî konfêransa avhewayê “kesk” bike, bi tenê bi sansûr û zindankirina rojnamevanên ku diwêrin li ser gendelîya avhewayê û tawanên jîngehê li welatê xwe lêkolîn bikin.

Hezîrana borî, niştecîhên rojavayê Adirbêcanê dest bi xwenîşandanan li dijî pêşnûmeya avahîyek nû ya dêpokirina bermahîyên jehrî yên ji kana zêr ya Brîtanî li nêzîkî gundê Soyûdlû kirin. Rêjîma Adirbêcanê bi organîzekirina xwepêşandanê pêşî Rojava û piştre jî Rûsîya sûcdar kirin. Kana ku ji alîyê şirketa Brîtanî Anglo-Asian Mining ve tê xebitandin, sîyanîdê bikar tîne da ku zêr ji keviran veqetîne, paşê jehrê diavêje, ku xwecihî dibêjin di nav ax û çemên wan de tê şûştin. Niştecîhên herêmê gazinan ji nexweşîyên bêhnê yên ji dûmanê dikin û dibêjin ku bûyerên pençeşêra pişikê jî zêde bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button