Em tekezî li ser hewldanên aktîv yên Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî yên ji bo pêkanîna aşîtîyê li herêmê dikin: serokê fraksîyona Peymana sîvîl

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî hertim piştgirî daye pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de. Li gorî rapora “Armênprêss”ê serokê fraksîyona “Peymana sîvîl” Hayk Koncoryan di civîneke rojnamevanîyêda li meclisa netewîde, bersiva vê pirsê da ku Maykl Karpêntêr alîkarê taybet yê serokê Amêrîkayê çi pêşnîyaran dike. Alîkarê taybet yê serokê Amêrîkayê, midûrê giştî yê kar û barên Avropayê yê konsêya ewlekarîya neteweyî Maykl Karpêntêr derbarê pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan û Adirbêcanê de çi pêşnîyarî ji serokwezîr Nîkol Paşînyan kirîye?
“Ez bi xwe beşdarî civîna li gel birêz Karpêntêr nebûm û tu zanyarîyên min li ber destên min nînin, lê ez di wê bawerîyê de me ku helwesta Dewletên Yekbûyî her dem eşkere bûye û Amêrîka her dem piştovanîya xwe bo proseya aşîtîyê nîşan daye. Em ji ber vê yekê pir kêfxweş in û girîngîyê didin hewldanên aktîv yên Dewletên Yekbûyî yên ji bo pêkanîna aşîtîyê li herêmê”.







