Endamên Parlamentoya Avropayê bang li Yekîtiya Avropayê kirine ku peymana gazê ya bi Adirbêcanê re rawestîne, COP29 ku li Bekûyê bê lidarxistin boykot bike

Di rûniştina giştî ya parlamentoya Avropayê de biryara binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ya li Adirbecanê û têkiliyên bi Ermenîstanê re hate nîqaşkirin.
Hemû parlamentarên ku di nîqaşê de axivîn, polîtîkayên zext, tundî, binpêkirina mafên bingehîn yên mirovan û nebûna hiqûqê ya rayedarên Adirbêcanê şermezar kirin. Endamên parlamentoya Avropayê lidarxistina konferansa COP29 li Bekûyê şermezar kirin û destnîşan kirin ku di şert û mercên binpêkirina mafên mirovan de parastina pirsgirêkên jîngehê pêk nayê.
Endamên parlementoya Avropayê bang li Yekîtîya Avropayê kirin ku peymana gazê ya bi Adirbêcanê re rawestîne, hin parlementeran banga boykotkirina konferansa COP29 ya ku li Bekûyê tê lidarxistin, her wiha ji bo parastina mîrata çandî ya Ermeniyan ya li Qerebaxê gavan biavêjin ji bo misogerkirina mafê ermeniyên Qerebaxa Çiya ku vegerin malên xwe.
Parlamenteran her wiha zextên rejîma Adirbêcanê li ser çalakvanên Adirbêcanê şermezar kirin û daxwaz ji rayedaran kirin ku hemû girtiyên siyasî serbest berdin.
Li gorî peyamnêrê “Armênprêss” ê li Bryûsêlê, gotûbêja li Strasburgê bi axaftina komîserê komîsyona Avropayê Nîkola Şmît dest pê kir. Li gorî komîser, konferansa COP29 ku wê di nav çend hefteyan de bê lidarxistin, ji bo rayedarên Adirbêcanê derfetek baş e ku pabendbûna xwe bi erkên navneteweyî yên ji bo parastina mafên mirovan nîşan bidin. “COP29 ji bo aştiyê jî firsendeke dîrokî ye. Adirbêcan û Ermenîstan tu carî ew qas nêzik nebûne ku bi dehan sal ji pevçûnan derbas bibin. Konferans wê ji bo Adirbêcanê û Ermenîstanê bibe şanseke dîrokî ku pabendbûna xwe ya ji bo aştiyê nîşanî cîhanê bidin”.
Li gorî Şmît, divê Yekîtîya Avropaye kanalên xwe yên ragihandinê vekirî bihêle û ji bo aştî û aramiya herêmê bi kar bîne.
Li ser navê fraksiyona EPP’ê parlamenterê Ykîtîyayê Avropaye Fransûoa Gzavîye Bêlyamî di axaftina xwe de got ku ew li gel wan hemû adirbêcanên ku ji aliyê serokkomarê Adirbêcanê Îlham Xlîyev ve tên zilm û zordariya li ser wan tê kirin. “Birêz Eltyêv, eger hûn ewqasî bi şiyanên xwe bawer dikin, çima hûn hewl didin dengên ku we dişopînin bêdeng bikin? Heger hûn ewqas bi rewabûna xwe bawer dikin, çima hûn şîdetê bikar tînin?”,- Bêlyamî gotîye û destnîşan kir ku dem hatiye ku Avropa dawî li rewşa xwe ya bêhiş derkeve.
“COP29 ne derfetek e. COP 29 skandalek e, rûreşiyek e ku dê dîroka sozên parastina jîngehê li welatek ku em jê gazê dikirin xera bike, ku ev jî dîsa encama tirsonektiya me ya kolektîf e.Îro dema şermezarkirina peymana gazê ye ku komîsyona avropî bi Adirbêcanê ve girêdide, cezayên pêwîst li dijî birêz Elîyêv û rejîma wî ferz dikin û di dawiyê de dibêjin ku demokrasî dilêAvropa yê lêdanê ye. Em li cem gelê ermenî yê ku li herêma Kafkasyayê û hemû cîhanê ji bo azadî, ji bo aşitiyê, ji bo ewlehiyê têdikoşe”.
Li ser navê fraksiyona sosyaldemokratan, endamê parlemana Avropayê Yanîs Matîatîs di axavtina xwe de bal kişand li ser wê yekê ku civaka navnetewî û Yekîtîya Avropayê bi tundî Adirbêcanê şermezar bikin û sizayan li dijî wî welatî sepînin.
Şêrban Stûrza li ser navê fraksîyona muhafazakar û rêformxwazan binpêkirina azadiyên bingehîn û mafên kêmneteweyan li Adirbêcanê bi tundî şermezar kir û cihê mixabiniyê da zanîn ku Adirbêcan her ku diçe ji pîvanên navneteweyî yên rêzgirtina mafên demokratîk û mirovî dûr dikeve. Parlamentearê parlamentoya Avropayê di axaftina xwe de hevxemiya xwe bi gelê ermenî re, bi taybetî jî bi zêdetirî 120 hezar ermeniyên Qerebaxa Çîya yên ku ji ber êrîşên dubare yên Adirbêcanê malên xwe terikandin, nîşan da. “Ez bang li YekîtîyaAvrropayê û civaka navneteweyî dikim ku garantî bidin ku Adirbêcan mîrata dîrokî, çandî û olî ya ermeniyan biparêze. Ev nakokî pêwîstî bi çareseriyeke li ser esasê hevsengiyê û rêzgirtina mafên mirovan ji bo misogerkirina aramiya herêmê û cînarên Yekîtîya Avropayê heye”.
Li ser navê fraksîyona “Welatparêzên ji bo Avropayê” Cordan Bardêla amaje bi wê yekê kir ku Adirbêcan hewl dide stratejiyeke bêîstiqrariyê li navçeyên dervayê Franîsayê bi cih bîne û ev yek wek êrîşeke li dijî serweriya fransa û aştiya sîvîl bi nav kir. Li gorî wî parlamenterê fransî, Fransîya ji ber ku piştgiriya Ermenîstanê û çend dewletên din yên Xirîstîyan dike, dike hedef. “Rejîma Adirbêcanê ku bi pereyên ku Avropa ji bo gazê dide wê û piştgiriya sultan Erdogan dewlemend bûye, ji bo ku Ermenîstan li Kafkasîyayê lawaz û îzole bihêle, operaîsyonên xwe yên leşkerî zêdetir dike. Ev rastî îdî bi tirsonek û bi paşguhkirina armancên berfirehxwaz yên Erdogan û hevalbendên wî bi zanebûn nayê veşartin”,- Bardela destnîşan kir ku xwîna ermeniyan ji gazê bihatir e.
Parlamêntarê parlamentoya Avropayê yê ji Almanîyayê Mîkayêl Blosî, Adirbêcanê weke otokrasiyeke fosîlan bi nav kir, Marî Tûsanê fransî bi bîr xist ku rejîma Adirbêcanê hewl dide wan bêdeng bike, lê ew bêdeng namînin, ji ber ku pirsgirêkên parastina jîngehê tu carî çareser nabin: şert û mercên binpêkirina mafên mirovan.
Parlamenterên Avropayê girêbesta gazê ya komîsyona Avropayê ya bi Adirbêcanê re weke xeletiyeke exlaqî ya mezin dinirxînin û daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de ev peyman bê betalkirin. Gelek parlementeran jî banga boykotkirina COP29 kirin û bi bîr xistin ku hevparê pêbawer ne tenê ji bo berjewendiyên aborî ye, divê di heman demê de xwedî û hevparê heman pergala nirxê jî be.
Endama îtalî ya konseya Avropayê, paqijkirina etnîkî ya beriya salekê ya li ser ermeniyên Qerebaxa Çiya bi bîr xist û anî ziman ku bertekên Yekîtîya Avrropayê yên li hemberî vê yekê gelekî tirsnak bû.Wekîl nirxand ku nayê qebûlkirin ku hinartina gazê ji Adirbêcanê ber bi Avropayê ve bidome û welatekî ku bi temamî hiqûqê şermezar dike dewlemend dike.







