H’emû nûçeSereke

Li gorî agahîyên wezîrê karên der, Yekîtîya Avropayê bi awayekî cidî difikire ku dema wezîfeya xwe ya li Ermenîstanê dirêj bike

Yekîtîya Avropayê bi awayekî cidî li ser dirêjkirina erka mîsîya sîvîl ya li Ermenîstanê  difikire. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan di civîna pirs û bersivan ya hukumetê ya li meclîsa neteweyîda ragîhandîye.

“Mîsîyona sîvîl ya Yekîtîya Avropayê bê guman di çalakîyên ku bi biryara Yekîtîya Avropî ve hatine destnîşan kirin û nikare ji çarçoweya wê erkê derkeve.

Bi çiqasî ku ez agahdarim, Yekîtîya Avropayê ji xwe bi awayekî cidî li ser dirêjkirina wê erkê difikire.

Ez ji pêrspêktîva me dikarim bêjim ku heta ku em bi Adirbêcanêra peymaneke aşîtîyê ya îmzekirî û pejirandî nebin, heya ku me proseyeke domdar (eger neqede) be, fikarên me li ser kiryarên gengaz yên Adirbêcanê hene û ji ber vê yekê pêdivî bi armanceke alîyek sêyemîn heye dereceyê bigire”,- Mîrzoyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button