H’emû nûçeSereke

Paşînyan ragîhand ku di pêşnûmeya peymana aşîtîyê de Ermenîstan û Adirbêcanê li ser kîjan mijaran li hev kirine

Nava van mehên dawî de Ermenîstan û Adirbêcanê gelek caran ragîhandibûn ku pêşnûmeya peymana “Li ser sazkirina aşîtî û têkilîyên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê” herî kêm bi 80-90 selefî li hev hatîye. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li civîna   BRICS ê ya li Kazanê gotîye.

Li gorî wî, wana ji niha ve bi temamî li ser hevdu naskirina yekparçeya axa hev, dûrxistina hevdu ji îdîayên erdî û erkê ne raberkirina van îdîayan di pêşerojê de, pabendbûna prînsîpa nebikaranîna hêzê û tehdîda hêzê, ne midaxelekirina karên navxweyî yên hevdu, danîna peywendîyên dîplomatîk û avakirina mêxanîzmayên dualî ji bo cî bi cîkirina ji  alîyên peymana aşîtîyê ve girêdayî ne.

“Di naveroka ku îro  hat lihevkirin, pêşnûmeya peymanê hemû mijarên bingehîn yên ku ji bo avakirina bingehên saxlem yên aşîtîyê û birêkûpêkkirina têkilîyên di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de hewce ne, formûle dike, destnîşan dike û çareser dike û em pêşnîyar dikin ku Adirbêcan peymanê îmze bike”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button