H’emû nûçeSereke

Serokkomarê Ermenîstanê qanûna erêkirina rêziknameya komîsyonên diyarkirina sînoran îmze kirîye

Serkkomarê Komarê Vahagin Xaçaturyan  24 ê cotmehê  zagona “Li ser erêkirina rêziknameya xebatên hevbeş yên komîsyona nîşankirin û ewlehiya sînorê  dewletê ya di navbera Komara Ermenistanê û Komara Adirbêcanê û komîsyona dewletê ya li ser destnîşankirina sînorê dewletê di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de” îmze kirîye.

Em bi bîr tînin ku erkên ku di rêziknameya komîsyonên xêzkirinê de li gorî biryara dadgeha destûra bingehîn ya  26 ê îlonê de hatine diyarkirin, li gorî destûra bingehîn in.

Hukumetê pêşnûmeya zagona rêziknameyê  5 ê Îlonê  pejirand.

Rêzikname 30 ê tebaxê  hatîye îmzekirin.

Beriya niha me ragihandibû ku komîtêya têkiliyên der, ji bo pesendkirina rêziknameya xebatên hevpar yên komîteya destnîşankirina sînorên dewletê û ewlekariya sînor ya di navbera Ermenistan û Adirbêcanê û komîteya dewletê ya îşaretkirina sînoran de, encamnameyek erênî daye. Sînorê dewletê yê di navbera Adirbêcan û Ermenîstanê de, paşê parlamêntê rêziknameya li ser xebatên hevpar yên komîsyonên diyarkirina sînorên Ermenistan û Adirbêcanê pejirand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button