H’emû nûçeSereke

Yek ji mêdyaya sereke ya cîhanê Ermenistan wek yek ji baştirîn deverên geştyarî nas kirîye

Yek ji mêdyaya geştiyariyê ya cîhanê “Lonely Planet” di hejmara “Best Travel 2025” de Ermenistan wek yek ji baştirîn deverên geştyarî nas kirîye.

Li gorî “Armênprêss”ê, ev yek ji hêla komîteya tûrîzmê ya Ermenîstanê ve hat ragihandin, û destnîşan kir ku ev naskirin şahidiya xweşikbûn û mêvanperweriya awarte ya ku Ermenistan bi dîmenên xwe yên balkêş, çanda zindî û serpêhatiyên xwe yên nejibîrkirî pêşkêşî dike.

Seroka komîteya tûrîzmê ya wezîreta aboriyê ya Ermenîstanê Sûsanna Hakobyanê jî wiha gotîye: “Ji bo me şeref e ku “Lonely Planet” di sala 2025 a de wek yek ji cihên ku divê werin ziyaret kirin bê naskirin”.

Li gorî wê, ev naskirina hanê balê dikişîne ser xweşikbûn, dîrok û mêvanperweriya bêhempa ku Ermenîstanê taybet dike.

“Ermenistan bajarên me yên jîndar, gundên xweşik, yan kevneşopiyên mehelî bin  bila bibin, Ermenistan dikare ji bo her rêwîyekî bibe vedîtinek bêhempa”,- ewê tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button