Bona çi nûnerên înîsîyatîva bi navê “Hayakvê” çûne Kurdistana Îraqê?: “Past”

Rojnama “Past” ê nivîsîye : “Van roja nûnerên înîsîyatîva bi navê “Hayakvê” Atom Mxîtaryan, Aram Pêtrosyan û Davît Sargsyan çûbûne paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bona ku dîna xwe bidine pêvajoya hilbijartinên parlamênta Kurdistanê.Dêlêgasîyona Ermenîstanê ji alîyê komîsîya hilbijartinada, ya li herêmê hatibû teglîfkirinê. Eva cara ewlin bû wekî dêlêgasîya ji Ermenîstanê çûbû Kurdistana Îraqê, ku dîna xwe bide pêvajoya hilbijartina.
Li gorî qanûndarîya hilbijartinaye nû, sed parlamêntvanên herêmê hene, ji kîjana pênc bona netewên kêmjimarin, nava kîjanada cîhek jî bona ermenîyaye. Sînorê Herêma Kurdistanê tevî Tirkîyayê heye û wextê komköujîya Ermenîya gelek ermenî sînorra derbazî Herêma Kurdistanê bûne. Ermenîyên li herêmê dînê xwe parastine. Li Zaxoyê du dêrên ermenî hene û em bêjin wekî ya duda bi fînansekirina hukumata Kurdistanê sala 2019 a hatîye çêkirinê.
Endamên dêlêgasîyona ermenî li komîsîya hilbijartina qesidîne, rastî serokê komîsîyayê Omer Ahmed hatine, çûne ofîsa Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê û paşê jî li dêpartamênta karên der qesîne û rastî wezîrê karên der Safîn Dîzayî hatine.
“Nava hemû hevdîtinû gotûbêjkirinada me derheqa pêwandîyên tevî Ermenîstanê û halê navneteweyîda xeberdaye”,- endamê dêlêgasîyayê Atom Mxîtaryan gotîye.







