Ermenîstan dirêjkirina wedê mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê girîng hesab dike:wezîreta karên der

Komara Ermenîstanê dirêjkirina wedê mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê û şuxulkarîya wêye pêşerojê girîng hesab dike, şuxulkarîya mîsîyayêye dusale baş qîmet dike. Derbarê wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der wî cûreyî bersiva pirsa Factor.am ê dane.
Wezîreta karên der usa jî bersiva wê pirsê nedaye, ku gelo Adirbêcanê çawa qewilê peymana aşîtîyê negotîye ku dîtindarên Yekîtîya Avropayê gerekê ji Ermenîstanê derkevin.
Em bêjin wekî 14 ê cotmehê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elam kiribû ku şuxulkarîya dîtindarîya avropîye li Ermenîstanê, tiştê qebûlkirinê nîne û pêra jî bêaminayê di navbera Bekûyê û Bryûsêlêda pêşda tîne.
Wextê bersivdayîna pirsaye li parlamêntê,wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan derheqa elametîyên Elîyêvda xeberdaye.
Wezîr gotibû,wekî Yekîtîya Avropayê pirsa dirêjkirina mandata dîtindarîyê lê dinihêre.
“Fikira me eve, wekî heger tevî Adirbêcanê hê qayîlnivîsar tune, pêvajoya dîyarkirina sînora tune, bo wê yekê jî em difikirin wekî diqewime pêvajo cûrekî mayîne û emê hewcê qîmetkirinên alîyê sêemînbin”,- Mîrzoyan gotîye.







