H’emû nûçeSereke

Welatê ku peymanê binpê dike, welatê ku mazûvanîya parêzvanên peymanê dike: rêxistinên sîvîl yên Ermenîstanê bang li civaka navneteweyî kirin

Rêxistina çavdêrîya mafên mirovan ya navneteweyî amaje bi lidarxistina  civîna beşdarên konvênsîya çarçove ya Netewên Yekbûyî ya li ser guherîna avhewayê li Adirbêcanê kir û bi bîr xist ku Adirbêcan plan dike ku di deh salên bê de hilberîna gazê zêde bike.

“Ev bername armancên peymana Parîzê ya li ser guhertina avhewayê têk dibin” ,-mîkrobloga X ê ya rêxistinê gotîye. Jîngehparêz Înga Zarafyan jî di wê bawerîyê de ye ku Bekû xalên peymana Parîzê binpê dike, ev yek jî nîgeran e û dê encamên neyînî derbixe holê.

eroka rêxistina gel ya “Êkolûr” ê, jîngehparêz Înga Zarafyan tekez dike ku biryara lidarxistina COP29 li Bekûyê ji destpêkê ve pirsgirêk bû, ne tenê rewşa lidarxistina çalakîyek bi vî rengî li welatek ku aborîya wê li ser sotemenîyên fosîlê ye, di heman demê de berferehbûnê jî dihesibîne. Êrîşa leşkerî ya wê dewletê bi qezancên sotemenîyê û binpêkirinên mezin yên hiqûqa navneteweyî.

53 rêxistinên civaka sîvîl yên Ermenîstanê ev binpêkirin anîne cem hev. Yek ji wan, li gorî Zarafyan, dilxwazîya Bekûyê ye ku “herêm û korîdorên ênêrjîya kesk” ava bike ku di rojeva COP29 de cîh girtibûn.

“Em behsa kîjan deverên kesk dikin? Her çend pêvajoya xêzkirina sînor û dêmokratîkbûyînê bi dawî nebûbe jî, Bekû darên rêzêrva Şîkahoxê dibire. Di şerê 44 rojan de Adirbêcanê çekên kîmyayî bikar anî û 1815 hêktar daristan hilweşand. Ev binpêkirinên peymanên çarçoveyê ne”.

Jîngehparêz tekez dike ku rêxistinên sîvîl yên ermenî civaka navdewletî agahdar kirine ku Adirbêcan bi awayekî girseyî daristanên li ser axa serwêrîya Ermenîstanê dibire, êkosîstêma wêran dike, toreke bi dehan kîlomêtrê rê çêdike û mînan bi cîh dike, tevgera niştecîhên welatên cînar sînordar dike, niştecîhbûnê û bêparkirina wan ji avê. Înîsîyatîva din ya xeternak ya ku hewl dide di çarçoveya COP de bê meşrûkirin, avakirina “Fonda çalakîya fînansa avhewayê” ye.

 “Ew înîsîyatîveke xeternak e. Hewl tê dayîn ku “Fonda çalakîya darayî ya avhewayê (CFAF)” ya ku ji hêla Adirbêcanê ve bi beşdarîya dilxwazî ​​ya welat û pargîdanîyên hilberînerên sotemenîya fosîl tê pêşnîyar kirin, bê damezrandin, ku ev yek li dijî felsefeya peymana çarçove ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser guhertina avhewayê û peymana Parîzê ye. Sermayên mezin yên ku di wê fonê de tên komkirin divê ji alîyê welatên otorîter û sîyasetmedarên cuda ve bên birêvebirin. Ji  90 selefê dahata Bekûyê ji madenê tê”.

Zarafyan tekez dike ku pêwîst e sîyaseta dualî bê rawestandin, ku rê dide kompanyayên navdewletî yên mijûlî karê neft û gazê ne ku dahatê zêde bikin li ser hesabê berfirehkirina qebareya berhemanînê, binpêkirina peymanan.

53 rêxistinên sîvîl daxwaza herî girîng di bingehê binpêkirinên hatine kirin  danîne: serbestberdana girtîyên ermenî yên berîya destpêkirina COP29 li Bekûyê, ji bo dîtina kesên din yên dîl hatine girtin, gîhandina sazîyên navneteweyî ji sazîyên girtî re mîsoger bike û girtîyên sîyasî yên Adirbêcanê. Berpirsa rêxistina “Êkolûr” ê Înga Zarafyan ji “Radîolûr” re got, azadkirina girtîyan pêwîstîyek e.

Rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî rastîya mûameleya hovane û îşkencekirina girtîyên ermenî yên li Bekûyê, binpêkirinên hovane yên hiqûqa navneteweyî ya mirovî û mafên mirovan piştrast dikin. Berî niha Financial Times nivîsîbû ku serokên bank û sazîyên darayî yên cîhanê wê beşdarî COP29 li Bekûyê nebin.

Û gelo Ermenîstan wê beşdarî civîna ku li Bekûyê tê lidarxistin bibe yan na, hîn nayê zanîn. Li gorî Bekûyê dawetname hatîye şandin. Berî vê yekê, serokwezîrê Ermenîstanê di civîna pirs û bersiva hukumetê ya li meclîsa neteweyî de gotîye ku civîna bilind ya avhewayê COP-29 li Bekûyê derfetek baş e ji bo balkişandina ser pirsgirêkên lezgîn yên li herêmê, pêvajoya aşîtîyê, aramî û pêşketina herêmê.

Civîna avhewayê wê di navbera 11-22 ê mijdarê  li Bekûya paytexta Adirbêcanê pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button