SerekeSîyasî

Balyoza Amêrîkayê û welatên Yekîtîya Avropayê: “Hilbijartin bi coşeke mezin hatin kirin”

Balyoza Amêrîkayê û welatên Yekîtîya Avropayê  hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir û dîyar kir ku hilbijartin bi coşeke mezin hatin kirin.

Foruma MERI 2024 ê bi sponsorîya tora mêdyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.

MERI li Hewlêrê bi sernavê, “Ber bi hukimranîya durist û Refahê ve” tê lidarxistin.

“Me gelekî dixwest hilbijartin werin kirin”

Nûnerê dîplomasîyê yê Yekîtîya  Avropayê yê Îraqê Thomas Seller di panela yekem civîna MERÎ yê de gotîye:

“Ez dixwazim ji bo hilbijartinên parlamentoyê, Herêma Kurdistanê pîroz bikim.

Ev xaleke girîng bû ku min û Neteweyên Yekbûyî me gelekî piştgirîya lidarxistina van hilbijartinan dikir.

Ez dibînim çend nûnerên kurd li vir bi ken li min guhdarî dikin.

Ew dizanin ku ez çi dibêjim û dizanin ku min çi kiriye.

Ez li ser navê Bryûsêlê careke din hilbijartinan li we pîroz dikim.

Ez wisa difikirim ku hûn dê di çend meh û salên pêş de bizanibin ku ev hilbijartin çiqasî girîng in”.

Her wiha balyoza Holandîyayê ya Îraqê Hans Sandêê jî li ser hilbijartinan anî ziman:

“Ji bo lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê ez we pîroz dikim.

Em hêvîdar in sala 2025 a jî hilbijartinên serkeftî bên lidarxistin.”

Amêrîka: Hilbijartineke bi coş bû

Balyoza Aûstryayê ya Îraqê Andrêa Nassî jî li ser hilbijartinan da zanîn:

“Hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê mijareke gelekî girîng bû û wê bibe sedema berdewamîya aramîya Îraqê bi giştî”.

Balyoza Amêrîkayê ya Îraqê Alîna Romanovskîyê jî li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotîye:

“Kurdistana Îraqê dikare bi hêz be. Li hilbijartinên 20 ê çiriya pêşînê binêrin.

Wekî piranîya hilbijartinan ew jî bi coş bûn. Rêjeya beşdarîyê zêde bû.

Bifikirin ku ji bo her hilbijartinan mînakeke pir baş e”.

Hilbijartinên Parlamêntoya Kurdistanê 20 ê çiriya pêşînê hatin lidarxistin.

Komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê amarên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.

Rêjeya beşdarîya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê  72 selef bû.

Li gorî encamên komîsîyonê hejmara kursîyên partîyan li Parlamentoya Kurdistanê wiha ye:

Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK): 39 kursî

Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî

Newey Nwê (Nifşê Nû): 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû): 7 kursî

Tevgera Helwestê: 4 kursî

Komeleya dadgêrîyê (Komel): 3 kursî

Enîya Gel: 2 kursî

Tevgera Goranê: 1 kursî

Hevpeymanîya Herêma Kurdistanê: 1 kursî

Zêdetir nîşan bide
Back to top button