
Balyoza Amêrîkayê li Îraqê Alîna Romanovskîyê gotîye: “Herêma Kurdistanê nimûneya dêmokrasîyê ye û avakirina konsûlxaneya mezin li Hewlêrê, nîşana pabendbûna Amêrîka bi pêwendîyên xwe li gel Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Amêrîkayê ne yek alî, du alî ne”.
Romanovskîyê 29 ê cotmehê di civîna înstîtûya Mary de gotîye: “Herêma Kurdistanê jêdereke girîng ya bazirganî û veberhênana Amêrîkayê li seranserê Îraqê û mînakeke dêmokrasîyê ye ku dikare li Îraqê bê pêşxistin. Rêjeya beşdarîya di hilbijartinên 20 ê mijdarê de, ev yek îspat kir, lema pêwendîyên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê ne yekalî, du alî ne”.
Balyoza Amerîkayê derbarê Îraqê de got: “Bm beşdarî êrîşên Îsrayêlê yên li ser Îranê nebûne, qada asmanî ya Îraqê ne di destê me de ye”.
Romanovskîyê dîyar kirîye: “Hêzên ewlehîyê yên Îraqê, di nav wan de jî hêzên Kurdistanî, di şerê DAÎŞ ê de pêşkeftinên baş bidest xistine, ew jî karek bû ku berî 10 salan hêzên amêrîkî ji bo wê hatibûn bangkirin”.
Herwiha gotîye: “Em dixwazin hemû hêzên îraqî di bin kontrola fermandarîya giştî ya hêzên çekdar de bin. Îraq di aramîya navçeyê de roleke mezin dilîze. Em dixwazin aram û serbixwe bin”.
Civîna înstîtûya Merî 2024, li Hewlêrê dest bi çalakîyên xwe kir û wê du rojan berdewam bike.







