H’emû nûçeSereke
Ez hêvîdarim wekî Bekûya ku civîna COP 29 li cem xwe qebûl dike fem dike û wê dîlên ermenî aza berde: wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyîye berê

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyîye berê, seroka Îrlandîyayêye berê Mêrî Robînsonê bi vîdyokonfêransê civîna gencaye li Dîlîcanê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî silav kirîye.
Mêrî Robînsonê derheqa wê yekêda jî xeberdaye wekî hîmdarê mekteba Dîlîcanê Rûbên Vardanyan îdî ji salekê zêdetire li ku hebsa Adirbêcanêye.
“Dema ku ez çend sal pêşda li Ermenîstanê bûm, ez li Dîlîcanê qesidîm. Min zanibû, wekî hevalê min Rûbên Vardanyan ew mekteb damezirandîye, lê mixabin niha ew girtîyê sîyasîye, çimkî ewî cêribandîye alî cimeta xwe bike, ya ku nava halê dew û dozêda bû.
Ez hêvîdarim,wekî îsal Adirbêcana ku civîna COP29 li cem xwe qebûl dike, wê fem bike û Rûbên Vardanyan, usa jî girtîyên sîyasî û yên mayîn aza berde”.







