Li Jnêvê li dêra Pêtrosê Ruhanî wê ji bo xatirê Ermenîstanê û rehîneyên ermenî duayeke cîhanî bê kirin

Civata dêran ya cîhanê bang li hemû kesên xwedî îrade dike ku tevlî roja nimêjê ya ji bo Ermenîstanê bibin ku wê 10 ê mijdarê li dêra Merasîma nimêjê ya giştî di êvara vekirina konfêransa COP29 ku îsal li Adirbêcanê tê lidarxistin, tê kirin.
Patryarx û Katolîkê ermenîyan Garêgîn bang li her kesî kir ku ji bo ermenîyên ku li Adirbêcanê dîl hatine girtin tev li nimêjê bibin. “Em di wê bawerîyê de ne ku nimêjek bi vî rengî ya cîhanî ku ji hêla civata dêrên cîhanê ve tê kirin wê cesaretê bide civatên xiristîyan, nûnertîyên dîplomatîk, nûnerên mêdyayê û hemî rêxistinên navneteweyî yên têkildar”,- katoxîkosê tevahîya ermenîyan gotîye: “Em ji dil hêvîdar in ku ev gîyanî hewldan wê hişyarîya cîhanê ya li ser vê krîza mirovî ya berdewam zêde bike û wê bibe alîkar ku çareserîya aşîtîyane ya li ser bingeha heqîqet û edaletê”.
Li ser vê banga katoxîkosê hemû ermenîyan, civata dêran ya cîhanê bang li hemû kesên xwedî îrade dike ku ji bo aşîtî, piştgirîya penaberan û azadkirina rehîneyên şer di 10 ê mijdarê roja dua ya ji bo Ermenîstanê pêk bê.
10 ê mijdarê ne rojeke bi tesadûfî hatîye hilbijartin. Roja din COP29, mûzakereyên guherîna avhewayê yên Neteweyên Yekbûyî, wê li Bekûyê dest pê bikin. Civîna bilind ya COP29 derfeteke bêhempa ye ji bo piştgirîkirina bê şert û merc ji bo serbestberdana 23 dîlên ermenî ku bi awayekî neqanûnî li Adirbêcanê girtî ne, her weha girtîyên sîyasî û rojnamevanên Adirbêcanê.







