H’emû nûçeSereke

Rêjeya desteka ku ji bo hindikahiyên netewî yên li Ermenîstanê tê dayîn wê bi 25 selefî zêde bibe

Sala bê, pereyên ku ji byûceya dewletê ya Ermenîstanê ji bo hindikayiyên neteweyî tê terxankirin, wê bi qasî 25 selefî zêde bibe û bibe 25 milyon dram.

Li gorî rapora “Armênprêss”ê, serokê karmendê serokwezîrê Ermenîstanê Arayik Harutyunyan di civîna hevbeş ya komîteyên daîmî yên parlamêntê di dema gotûbêjên destpêkê yên pêşnûmeya qanûna byûceya dewletê ya sala 2025 a de ev yek ragihand.

Araik Harutyunyan anî ziman ku bernameya piştevaniya hindikahiyên netewî li avahiya serokwezîrtiyê heye. Îsal di meclîsê de di mijara hindikahiyên netewî de guhertin çêbûn. Bi biryara serokwezîrtiyê serokê karmendê wek serokê lijneyê hat tayînkirin.

“Ev tê wê wateyê ku hukûmetê hîn zêdetir bal kişandiye ser vê rêyê. Û di byûcêyê de jî xuya bû. Di çarçoveya çalakiyê de îsal 20 milyon dolar hat plankirin, me zêde kir, kir 25 milyon, ji sedî 25 zêde kir”.

Di çarçoveya çalakiyê de tê plankirin ku li ser serlêdanên ji bo fînansekirina projeyên ku ji aliyê vê dawiyê ve  raberî meclîsê hatine kirin û li gorî vê fermanê, ji 15 rêxistinên sivîl yên ji 11 hûrgelên neteweyî re piştgirî bê dayîn.

Wî da zanîn ku ev zêdebûn li gorî sala 2024 a ji ber birêxistina dibistanên yekşemê, kampên havînê, weşandina rojnameyên mehane, avakirin yan pêşxistina malperan û herwiha birêxistina serdana xwendekaran bo navendên dîrokî û çandî ye.

Li gorî Harutyunyan, encumena li ser pirsa hûrgelên neteweyî di warê bilindkirina pirsgirêkên hûrgelên neteweyî û çareserkirina wan de xwedî girîngiyek mezin e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button