H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bona fermîkirina qanûndarîya pirsa cudakirina sînora Ermenîstan û Adirbêcan silav kirine

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bona fermîkirina qanûndarîya pirsa cudakirina sînora, Ermenîstan û Adirbêcan silav kirine. Derbarê wê yekêda berdevkê wezîreta Dewletên Amêrîkayêye karên der Mêtyû Mîlêr mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye.

“Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bona fermîkirina qanûndarîya pirsa cudakirina sînora, Ermenîstanê û Adirbêcanê silav  dike, û bi wê yekê dide kifşê, wekî bi dîyaloga qewîn dikarin bighîjine pêşkeftinê.Em piştgirîyê didine xebata herdu alîya, ya berbi aşîtîya qewîn û hêja, ya bona ewlehî û pêşkeftina herêmê”,- Mîlêr nivîsîye.

Em bêjin,wekî 23 ê cotmehê parlamênta Ermenîstanê ew dokûmênt îzbat kirîye û ew usa jî ji alîyê serokkomarê Ermenîstanêda hatîye îmzekirinê.

25 ê cotmehê, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bi emirnivîsara xwe ew yek îzbat kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button