Garegîn B bang li hemû gelên cîhanê kir ku beşdarî nimêja ku ji bo girtîyên ermenî yên li Bekûyê di şeva COP29 de tê lidarxistin bibin.

Civata dêran ya cîhanê, li ser banga Katolîkosê ermenîyan ya ji hemû gelên cîhanê re, bang li her kesî dike ku 10 ê mijdarê de, berîya civîna avhewayê ya cîhanî COP29 li Adirbêcanê, beşdarî roja ji Ermenîstanê re ji bo avakirina aşîtîyê, piştgirîya penaberan û berdana girtîyan dua bikin.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, sîstêma agahdarkirinê ragîhand ku konseya Avropayê destnîşan dike ku COP29 ji bo 23 girtîyên ermenî yên li Bekûyê û her wiha girtîyên sîyasî û rojnamevanên Adirbêcanê yên li girtîgehên Adirbêcanê ne, derfetek bêhempa ye.
Serokê konseya Avropayê doktor Cêrî Pîlyay bal kişand ser wê yekê ku Ermenîstan pêwîstîya wan bi duayên wan heye û destnîşan kir ku bawerîya Xirîstîyanan ji damezrandina dêra ermenî ya Şandîyan di sala 301 de heta niha bi gelê ermenî re heye.
Katolîkosê Mala Kîlîkyayê jî beşdarî banga rojîya nimêjê bû.
“Em bang li hemû civakên olî, rêxistinên navneteweyî û kesên dilnizm dikin ku tev li duayên me bibin û di heman demê de hewldanên ji bo serbestberdana demildest û bê şert û merc hemû girtîyên ermenî yên ji Bekûyê xurtir bikin.
Em ji civaka navneteweyî ya ku di civîna COP29 de beşdar bûne bi bîr tînin ku edalet û aşîtî ji nêz ve bi hev ve girêdayî ne û ji hev nayên veqetandin. Bêyî şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan em nikarin edaleta avhewayê bixwazin”.
Katolîkosê ermenîyan Garêgîn 2 hêvî xwest ku xebatên manewî yên ku ji alîyê konseya dêran ya cîhanê ve hatine destpêkirin hişyarîya cîhanê ya li ser krîza mirovî ya berdewam dike û ji bo çareserîya aşîtîyane ya li ser bingeha heqîqet û edaletê bibe alîkar.







