SerekeSîyasî

Serok Barzanî: em hêvî dikin kes li ber pêvajoya aşîtîyê nabe asteng

Serok Mesûd Barzanî gotîye: “Em hêvî dikin ku pêvajoya aşîtîyê bi ser bikeve û kes li berê nabe asteng”.

Li Hewlêrê kongreya bijîşkîyê ya Mêzopotamyayê hat lidarxistin.

Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî kongreyê bû û mijarên li rojevê nirxandin.

Serok Barzanî da zanîn ku hilbijartinên 20 ê çirîya pêşîn yên Parlamêntoya Kurdistanê bi awayekî aram û bêpirsgirêk hatine kirin û xwe lê berda:

“Hilbijartin hat kirin û encam hatin ragîhandin û dema wê hatîye ku hemû alî dîyalogê deynin.

Lê ya ji hemûyan girîngtir ev e hökömeta bê li ser hîmê “Yek herêm, yek parlamênto, yek hökömet û yek hêza pêşmergeyan ava bibe”.

Serok Barzanî gotîye: “Dema wê hatîye ku li ser planên stratêjîk bê fikirîn” û amaje bi girîngîya sêktorên tenduristî, perwerde, çandinî û tûrîzmê kir.

“Em hêvî dikin ku bi ser bikeve”.

Serok Barzanî di dawîya axaftina xwe de rûdanên dawîyê yên li ser “pêvajoya nû ya çareserîyê” bi bîr anîn û gotîye:

“Ji me re cîhê dilxweşîyê ye ku me bihîstîye vê dawîyê li Tirkîyayê ji bo pêvajoya aşîtîyê înîsîyativek heye.

Em hêvî dikin ku bi ser bikeve û kes li berê nabe asteng.

Her kes dikare biaxive lê ya girîng kirin e”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button