H’emû nûçeSereke

Hinartina gaza Ermenistanê ji aliyê aborî ve ji bo Adirbêcanê ne pêkan e:pispor

Hinartina gaza Ermenîstanê ji aliyê aborî ve ji bo Adirbecanê ne pêkan e. Li ser vê yekê “Pêvajoyên êneêjiyê: li herêmê », pisporê ewlehiya ênêrjîyê û pisporê kar û barên navneteweyî Armên Manvelyan gotîye.

Li gorî wî, Adirbêcanê jimareke zêde ya gazê nîne ku hinardeyî bazarên din bike. Her wiha erka wî heye ku hinardekirina sotemeniya şîn ji bo bazarên ku berê gaz tê dabînkirin (Tirkiya û Yekîtiya Avropayê) zêde bike.Ewî

Ewî got ku Adirbêcanê ji 30 milyard mêtrê sêca gazê 22 milyard mêtrê sêca hinarde kiriye, qebareyên mayî jî di bazara navxweyî de tê xerckirin û milyarek metrekup gaza din jî ji Rûsyayê tê hinartin.

Manvelyan diyar kir ku li hemberî vê rewşê divê kapasîteya îxracatê jî du qat bikin.

Pispor destnîşan kir ku hilberîna petrolê li Adirbêcanê di salên dawî de  40 selef kêm bûye, ji ber vê yekê Bêkû jî beşek ji gazê ji bo zêdekirina van kapasîteyên bikar tîne.

Wî eşkere kir ku Adirbêcan her metre kupek gazê bi 290 dolaran difroşe Tirkiyayê, lê Ermenîstan gaza Rûsyayê li ser sînor bi 165 dolarî her metrekup distîne.

Di axaftina xwe ya bi nûçegihanê News.am ê re, pispor destnîşan kir ku Ermenîstan wek welatekî transîta gazê jî ne mimkûn e ku Adirbêcanê eleqedar bike, ji ber ku dîsan îmkanên wê yên hinardekirina bazarên zêde tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button