H’emû nûçeSereke

Dawîya salê de, Ermenîstan wê kêmasîya dawî ya ku bû sedem ku ew di “lîsteya reş” ya hewavanîyê ya Yekîtîya Avropayê de xuya bibe, ji holê rake

Komara Ermenîstanê ji 41 kêmasîyan 40 kêmasîyên ku bûne sedem ku ew di “lîsteya reş” ya hewavanîyê ya Yekîtîya Avropayê de cîh bigire, ji holê rakirin û ji holê rakirina kêmasîya dawî jî tê plankirin ku di kanûna îsal de bê temam kirin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, wezîrê îdareya herêmî û binesazîyê Ginêl Sanosyan di dema gotûbêjên destpêkê yên pêşnûmeya qanûna byûcêya dewletê ya sala 2025 a de di civîna hevpar ya komîtêyên parlamêntê de gotîye.

Ewî amaje bi wê yekê jî kir ku kêmasîya dawî behsa nebûna çavdêr û pisporan dike.

“Beşek ji kêmbûnê hatîye dagirtin, û çend pisporên din niha di qonaxa rahênanê de ne, ku wê di nîvê kanûnê de bidawî bibe”,- ewî gotîye.

Wezîr bal kişand ku di meha cotmehê de Ermenîstanê berê jî serî li hevkarên hewavanîyê yên Yekîtîya Avropayê dabû da ku plana xebatê ya ku wê hewavanîya Ermenîstanê ji “lîsteya reş” derkeve dest pê bike.Ewî da zanîn ku  13 ê mijdarê de şêwireke taybet bi hevkarên avropî re tê plankirin û di wê civînê de wê nexşerêyek bê çêkirin da ku proseya derketina Ermenîstanê ji “lîsteya reş” temam bibe.

“Ez gelek hêvî dikim ku me pirsgirêkan ji holê rakiribe, her wiha li ber çavan re derbas bû ku îsal li Ermenîstanê kontrola rêxistina hewayî ya sîvîl ya navneteweyî ku sazîyeke navneteweyî ya payebilind e, li Ermenîstanê hate kirin. Encamên kontrolê nîşan da ku me gelek kêmasî ji holê rakirin”,- ewî gotîye.

Li gorî wî, hevkarên avropî wê di pêşerojê de serdana Ermenîstanê bikin û lêkolînên pêwendîdar bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button