H’emû nûçeSereke
Azaberdana dîlên ermenîye ku li Adirbêcanêne, wê alî lihevhatina Yêrêvanê û Bekûyê bike: Gûrgên Arsênyan

Azaberdana dîlên ermenîye ku li Adirbêcanêne, wê alî lihevhatina Yêrêvanê û Bekûyê bike.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî li Rûsîyayê Gûrgên Arsênyan gotîye ajansa TASS ê. “Gava wî cûreyî wê alî lihevanînê bike”,- Arsênyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî pirsên girêdayî azaberdana dîlên ermenîra gerekê bidine alîyê azêrîya. Bayloz daye dîyarkirinê,ku heger Yêrêvan û Bekû bi rîya morkirina peymana aşîtîyê diçin, ew amade dibin elamî dinîyayê bikin, wekî herdu welat û milet wê nava aşîtîyê û qewilên hevkarîyêda bijîn.
Adirbêcanê bi fermî îzbat kirîye,wekî li cem wê 23 dîlên ermenî hene, dikevine nava kîjana usa jî wekîlên serokatîya Qerebaxêye berê.







