H’emû nûçeSereke

Hevalên me bawer nedikirin ku piştî qirkirina êtnîkî ya Qerebaxê li Ermenîstanê kampên penaberan tunebûne: wezîr

Nava 4 salan de me rêyeke dijwar derbaz kir: şer, dema piştî şer, kirîze, karesata xwezayî, paqijîya êtnîkî (li Qerebaxê), hevwelatîyên me malên xwe terikandin, me ji bo wan proje pêk anî. Li ser vê yekê “Rîya edaleta civakî: karê bi rûmet” wezîrê kar û barên civakî Narêk Mkrtçyan di konfêransa navneteweyî de gotîye.

 “Me karibû wan hemû zehmetîyan bi rûmet derbaz bikin. Sîstêma parastina civakî ji bo bersivdayîna lezgîn ji krîzên cûre-cûre re parêzbendîyek bi dest xist û ev jî ne tenê sazîyên dewletê, ne tenê netîceya xebatên hevwelatîyên me ye.

Hevkarên navneteweyî, ku bi cîhê kampên penaberan yên li Ermenîstanê re eleqedar bûn, bawer nedikirin ku 120 hezar kes (ji Qerebaxa Çîya) di demeke kurt de xanîyên demkî û paşê yên daîmî bistînin. Bi saya piştgirîya hemwelatîyên me û hevkarên me ev yek pêkan bû”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button