H’emû nûçeSereke
Ji alîyê Yekîtîya Avropayêda projeya bona piştgirîya 270 mîlyon yûro, ya bona Ermenîstanê ketîye nava êtapa dawî

Li gorî bernama “Teyaxkirin û zêdebûn” ê, Yekîtîya Avropayê têra dibîne piştgirîya 270 mîlyon yûro bide Ermenîstanê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Parûyr Hovhannîsyan wextê civîna byûcêya dewletêye sala 2025 a, ya li parlamêntê, gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî bername bona çar salaye û emedakarîyên wê ketine nava êtapa dawî.







