Kapîtala Rûsîyayê bazirganîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê asteng kirîye

Alîkarê wezîrê karên der Parûyr Hovhannîsyan sala 2024 a di warê pêşdabirina rojeva hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê de bêhempa dibîne.
Ew gelek destkeftîyan rêz dike, wek nimûne, peymanên Ermenîstan-Yêropol, Ermenîstan-Yêrocast. Hevkarîya di warê ewlehîyê de hem fînanse û hem jî karê çavdêrên Yekîtîya Avropayê yên li ser sînorê Ermenîstan-Adirbêcanê dihewîne. Di havîna îsal de, dîyaloga li ser serbestkirina vîzaya Yekîtîya Avropayê ji bo welatîyên Ermenîstanê dest pê kir.
Wezîrê aborîyê Vahê Hovhannîsyan di dema gotûbêjkirina pêşnûmeya byûcêya sala bê ya li meclîsa neteweyî de ragîhand ku Ermenîstan bi Yekîtîya Avropayê re di nav gotûbêjan de ye û sala 2025 a de mimkûn e ku 25 mîlyon yûro piştgirî werbigire.
Şanda Yekîtîya Avropayê bi serdaneke du rojî li Yêrêvanê ye ji bo pêşdabirina plana danûstandinên li ser serbestkirina vîzayê bi alîyên ermenî re. Ev nûçe ji alîyê cîgirê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Parûyr Hovhannîsyan ve hat piştrastkirin. Pêvajoya vê havînê dest pê kir, lê belê, demdirêj e. Li gorî cîgirê wezîr, mûzakereyên bingehîn wê di destpêka sala 2025 de dest pê bikin, dema ku wê dîyar bibe ku Ermenîstan çi gavên pêwîst bavêje da ku şert û mercên pêwîst mîsoger bike yan garantî bike.
“Derbarê qonaxan de, ew şanda ku van rojan li Êêrêvanê ye, wê plansazîya çalakîyê çê bike. Di vê kêlîyê de hemû gav, rêz bi dezgehên pêwendîdar re tên gotûbêjkirin. Di derbarê navnîşa şertên pêşîn de, ew bi rastî ne ew çend tevlihev e. Hem beşa wê ya têknîkî heye, hem pêkhateya sereke amadekirina pasaportên bîyomêtrîk li vir e, hem jî pirsgirêka guhertina rewşê di çend waran de, pirsgirêka bîmeya tenduristîyê ye. Heman tişt ji bo kontrola me ya sînor, kontrola gumrikê jî derbaz dibe. Li vir em behsa pêşxistina stratêjîya xwe ya koçberîyê jî dikin. Pirseke ku ji bo hemû welatên Avropayê balkêş e. Di warê mafên mirovan de karê me kêm e, lê pêwîstî bi gavên girîng heye. Hilbet wê mijarên taybet yên welatan hebin, ku wê li ser asta dualî û zêde li ser bên gotûbêjkirin”.
Lê belê, bernameya sîgorteya tenduristîyê ya mecbûrî, ku di navnîşa gavên pêwîst yên ji bo temamkirina dîyaloga serbestîya vîzeyê de ye, di pêşnûmeya byûcêya sala 2025 a ya Ermenîstanê de cîh nagire. Axaftina alîkarê wezîrê karên der û wezîrê darayî ya li ser vê mijarê hê jî ne cesaretê ye.
– Zû yan dereng divê em vê pirsê çareser bikin û ez bawer im di warê darayî de jî wê çareserîyên guncaw bibînin, da ku em bikarin vê pirsa girîng ber bi pêş ve bibin.
– Me bi hemû hûrgilî amaje bi vê pirsê kirîye û bi rastî jî tiştekî min yê nû nîne ku ez bêjim. Em ê li gorî îmkan û îmkanên xwe bi rê ve bibin.
Hukumeta Ermenîstanê ji hevkariya bi Yekîtîya Avropayê re razî ye. Di çarçoveya bernameya “Berxwedanî û mezinbûn” ê de Yekîtîya Avropayê plan dike ku 270 mîlyon yûro piştgirî bide Ermenîstanê. Bername ji bo 4 salan e, proje di qonaxa dawîn de ye.
Li gor bernameyeke din 10 mîlyon yûro ji fonda aşîtîyê ya Avropayê ji Ermenîstanê re wê 18 ê mijdarê de dest pê bike. Tîrmeha sala 2024 a de Yekîtîya Avropayê cara ewil biryar da ku ji fonda aşîtîyê ya Avropayê pereyan bide Ermenîstanê. Armanca alîkarîyê zêdekirina şîyanên lojîstîkî yên hêzên çekdar yên Ermenîstanê ye û ji bo baştirkirina parastina xelkê sîvîl di rewşên krîze û awarte de.
Hevkarîya digel Yekîtîya Avrorpayê di warên ewlehîyê de jî wê bi ajandayeke nû berdewam be, ku li gor cîgirê wezîrê karên der wê danûstandinên wê di hefteyên bê de bi dawî bibin.
“Ev guhertoya rojeva nû wê peymanê temam bike ne tenê li gorî peymana hevkarîyê ya muhtemel, lê di heman demê de wê deverên nû yên ku di CEPA de ne jî zêde bike. Dibe ku di vî warî de pêşketina herî mezin ya bi Yekîtîya Avropayê re, çalakîya mîsîyona Yekîtîya Avropayê be. Heman tişt ji bo tevlêbûna me ya mîsîyonên polîtîkaya ewlekarî û parastinê ya hevpar ya Yekîtîya Avropayê jî derbas dibe, ev jî wê bibe alîkarê me ji bo ewlekarîya herêmî û cîhanî”.
Li gel van hemûyan, Artûr Xaçatryan, endamê fraksîyona meclîsa neteweyî ya “Ermenîstan” jî hejmarên xemgîn diweşîne û pêşnîyar dike ku bi rastîyan re qala cihêrengîya aborî bikin.
“Peywendîyên bazirganî û aborî yên Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê ji 21 ê îlonê û vir ve di dema hukumeta we de di rewşeke herî xirab de ne. Di bazirganîya me ya derve de tu carî îxracata me ya ji bo Yekîtîya Avropayê wekî şeş mehên ewil yên îsal 4,5 selef nebûye. Ew peyv in: em diçin, em cihêreng dibin. Rastî ev e ku têkilîyên bazirganî û aborî yên bi Avropayê re di bin desthilatdarîya we de herî xirab in”.
Şîrovekirina vê yekê, li gorî wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan, girêdana bi şîrketên ermenî û hevaltîya Rûsyayê yan jî xwedîyên resen e.
“Pirsgirêka li vir kûr e. Xwedî yan jî hinardekarên rastîn yên hinardekaran welatîyên Rûsîyayê bûn û ketine bin sîzayên Rojavayê û em hinardekirinê jî nakin. Ev jî xaleke din ya lawazbûna aborîya me ye. Were em bihesibînin ku cildên sifir, molîbdên û madenên din yên wê demê diçûn welatekî Avropayê, niha cîhên hinardekirina wan guherî û derbazî Çînistanê bûn. Û di vê çarçoveyê de, heke em bi gelemperî bifikirin, wek nimûne, hûn dikarin sîmetrîyê bibînin. Bi qasî ku bi Yekîtîya Avropayê re kêm bûye, wek mînak bi çend welatan re zêde bûye, di nav de Çînistanê.
Avropa bi berhemên ermenî yên cîhêreng eleqedar dibe, carinan ji nedîtî ve. Wezîrê aborîyê lîsteyê pêşkêşî Ermenîstanê dike?
“Aûstrîyarya: cil û bergên fîber û neqişandî, Bêlçîka: molîbdên, konsantrêtê, Bilgarîya: kanza sifir, konsantrê, Almanya: cil, kincan, çakêtê mêran, Danîya: makîneya rêntgênê, parçeyên bijîjkî, Êstonya: şerabên fêkî, Îrlandîya: berhemên ji margarînê, Lyûksêmbûrg: titûn, titûna vegerandin, nîkotîn, Xorvatya: cil, kincên jêrîn, Qibris: alyûmînê nepêvajoyî.
Alîkarê wezîrê karên der Parûyr Hovhannîsyan ji bo ku berhemên ermenî li bazara Avropayê bêtir bên naskirin, balê dikişîne ser aktîvkirina rola hevkarên aborî yên welatên endamên Yekîtîya Avropayê. Li Bryûsêlê, înstîtûta ataşeyên aborî plan dike ku li welatên din yên Avropayê, di nav de Fransîya, Almanîya û welatên Bênîlyûks yên Bêlçîkayê, Hollandîyayê û Lyûksêbûrgê jî, berfireh bibe.
Bi awayê, “qanûnên lîstikê” yên Yekîtîya Avropayê neçar dikin ku navê brênda Ermenîstanê biguherînin. Hilberînerên ermenî wê îdî berhemên xwe bi wî navî nenivîsînin, ku ev nîşanek erdnîgarî ye ku ji hêla Yekîtîya Avropayê ve tê parastin. Li şûna wê, ew ê “Marka ermenî” wek nîşanek erdnîgarî tomar bike. Li gorî Gêvorg Papoyan, ji bo ku bi awayekî bi rêkûpêk û bi bandor bikaranîna nîşana erdnîgarî “Konyak” bê rawestandin, pêvajoyên pêwîst têne kirin.







