H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan ji ber serkeftina Donald Tramp ya balkêş di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de pîroz kirîye

Serokwezirê Ermenîstane Nîkol Paşînyan ji ber hilbijartina Donald Tramp wek seroke Amerikayê piroz kirîye.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, serokwezîrê Ermenîstanê li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya X ê de nivîsîye.
“Ez bi germî pîrozbahîyê li We dikim ji ber serkeftina We ya balkêş û hilbijartina we wek 47emîn serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.Birêz serokomarê hilbijartî, ez li bendê me ku bi We re li ser bingeha nirx, pêşanî û berjewendîyên me yên hevpar têkilîyên stratejîk yên dualî yên Ermenistan-Amerîkayê ava bikin”,-peyama pîrozbahîyê ya serokwezîrê Ermenîstanê de hatîye gotin.







