H’emû nûçeSereke

Projeya “Peymana aşîtîyê” bona Ermenîstanê, bona cînarên me û dinîyayê mecala qazanckirina peraye: Gêvorg Papoyan

Rîya hesinî tiştekî nû wê bêje dinîyayê, em dibêjine dinîyayê wekî berbi her alîkî  mecala cîguhastina bara heye, kîjanê em dikarin bidine xebatê. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gêvorg Papoyan li parlamêntê gotîye rojnamevana.

“Projeya “Peymana aşîtîyê” bona Ermenîstanê, bona cînarên me û dinîyayê mecala qazanckirina peraye. Ew rîya transportêye, dema ku eşîyayê çînî gerekê bikeve sûpêrmarkêta fransî û eşîyayên fransî gerekê here sûpêrmarkêta çînî. Li ser wan rêyên giran em rêyên hêsa, yên başqe pêşnîyar dikin”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye,wekî hemû kes jî vê bernamê silav dikin.

Çawa bersiva wê gotinê ku ji alîyê Adirbêcanêda tê bêjî bersiva pozîtîv nava vê pirsêda tune, Papoyan gotîye: “Xaçerêya aşîtîyê” pirsa Ermenîstanê û Adirbêcanê nîne. Gelek welata ev gav silav kirine, lê tevî Adirbêcanê û Tirkîyayê gotûbêjkirin berdewam dibin.

“Em her dem şabûne, wekî sînorên me girtîne û heger sînor bêne vekirinê, dawîya me wê bê.Bi rastî, me  sînor li ber tu kesî negirtine, sînor welatên mayîn girtine bona ku Ermenîstanê bi êkonomîkî zeyîfkin.Em niha dibêjin,wekî pirsgirêkên me tevî cînara tunene û em amadene nava pêwandîyên meda rûpelekî nû vekin, dikeve nava kîjanê usa jî sînorê vekirî û kirîn-frotan”,- Papoyan gotîye.

Em bîr bînin,wekî dewletên rojavayê çendik-çend cara derheqa girîngîya derbazûbûna nava Ermenîstanêra, ya ji Çînistanê berbi Avropayê, gotine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button