H’emû nûçeSereke

Serokê komîsyona Avropayê jî wek Makron û Pûtîn beşdarî COP 29 a ya ku li Bekûyê tê lidarxistin nebe: Euronews

Berdevka komîsyona avropî piştrast kir ku seroka komisyona Avropayê Ursula fon dêr Layên beşdarî civîna bilind ya avhewayê COP29 ku li Adirbêcanê tê lidarxistin, nabe, dema ku çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî ji Euronews re ragihand ku serokên Fransîyayê û Rûsîyayê wê neçin ji Bekuyê re, Euronews dinivîse.

Pêştir jî Euronewsê ragihandibû ku serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serokkomarê Fransîyayê Emanuel Makron jî li ser zarê çavkaniyên nêzîkî Neteweyên Yekbûyî beşdar nabin.

“Serok wê îsal beşdarî GOP nebe” berdevkê komîsyonê gotîye, û got ku ji ber ku komîsyona Avropayê di veguheztinê de ye, serok wê balê bikişîne ser erkên xwe yên sazî.

Li gorî çavkaniyên Euronewsê, beriya niha zêdetirî 100 serokên dewlet û hukumetan hebûna xwe li Adirbêcanê piştrast kiribûn. Ji Avropayê, lîderên Komara Çêxçîyayê, Almanyayê, Yûnanîstanê, Macarîstanê, Îtalyayê, Polonyayê û Îspanîyayê tevlîbûna xwe ragihandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button