Kafkasya Başûr di sîyaseta Tramp de ji sîyaseta Baydên kêmtir cih digire: zanyarê sîyasî

Kafkasîya Başûr wê di sîyaseta Donald Tramp de wek serokê 47 an ji serdema wî ya serokatîyê ya berê zêdetir cîh bigire, lê ji sîyaseta Baydên kêmtir cîh bigire. Zanyarê sîyasetê Sûrên Sargsyan di bernameya “Faktora hêz” ya News.am ê de bi heman nêrînê behsa geşedana mûhtemel ya bûyerên di serdema Tramp de kir.
Bi gotina wî pisporê sîyasî, di serdema Baydên de, Kafkasya Başûr di sîyaseta Amêrîkayê de cîhekî zêdetir girtibû, ev jî ji ber wê yekê bû ku Rûsîya dem nebû ku bi pirsên herêmî re mijûl bibe. Sargsyan bawer dike ku valahîyek hate efirandin, ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî zû tijî kir.
Zanyarê sîyasî berdewam kirîye, di dema serokatîya berê de, di der-dora Tramp de kesên ku Başûrê Kafkasîyayê baş nas bikin tunebûn, lê niha jî hene. Sargsyan destnîşan kir ku “Ev kesên ku herêmê baş dizanin û heta vir jî zîyaret kirine”. Zanyarê sîyasî destnîşan kir ku “Ev peyam ji bo têgihîştina rêgezên xebatê pir girîng in”. Sargsyan tekez kir, ji ber vê yekê, daxuyanîyên Tramp yên berîya hilbijartinê ji bo xebatên pêştir bihareke baş in.
Sargsyan li ser pirsa geşedanên nerênî yên muhtemel yên li Başûrê Kafkasîyayê, alozbûna rewşa Rojhilata Navîn, di egera şerekî bi Îranê re, bi taybetî jî gelo Adirbêcan dikare ji firsenda dagirkirina Syûnîkê sûd werbigire, gotîye: “Bê guman, ew gengaz e. Lê divê mêxanîzmayên astengkirinê jî li ber çavan bên girtin. Belê, Adirbêcan wê bibe xwedî derfet, lê wê dijwarî jî hebin. Ma ew ê karibe serpêhatîyeke wiha “dihewîne”? Ez difikirim ku Bekû wê bi ciddî bifikire û ne ji ber ku Tramp hat hilbijartin, lê ji ber ku rewşa herêmê cuda ye û Bekû vê yekê fêm dike”.
Gelo wê rêveberîya Tramp bi awayekî aktîv mijara îmzekirina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de bişopîne? Sîyasetnas difikire ku “Ez bawer nakim ku ew ê bi qasî rêveberîya Baydên vê yekê bike”.







